SocietyTop

Zimanê ÿzdîkî þêwirxana Ermenîstanêda bin destlevxistinada sewtdibû

R’ohlata Nêzîkda lap giranda, ÿzdî miqatî ziman, medenyet û qîmetê xweye malê divin. Ermenîstanêda ev heq bi qanûnê k’efîlbûyîne. Cime’ta ÿzdîya hebûye, heye û wê bimîne, t’ö wexta îzin t’ine bêne r’ayê. Derheqa vê yekêda R’ûstam Bak’oyanê dêpûtatê ÿla ÿzdîayî þêwirxana Ermenîstanêda e’lamkir. Ew berbir’î wet’enwarê xwe bû li wet’enê t’arîxî (Sûrîayê û Îraqêda) li Ermenîstanê û t’emamîya dinîaêda- e’ydeke cime’ta ÿzdîaye sereke- Melek Tawisva girêdayî. Ew nîvê meha nîsanê tê k’ivþkirinê û navê melekê serekeyî dînê Þerfedînda (dînê ÿzdîya) lêye.

​Çawa ermenî, mexîn û yûnan, ÿzdî wet’enê xweyî  t’arîxîda wexta T’irkîa osmanîyê û k’emalîyê hatne qir’kirinê. Lê niha, sed sala þönda, careke din dice’dînin ÿzdîya e’rdê wanî e’slî- Îraqê û Sûrîaêda qir’kin. Îslamîstê r’adîkal dixwezin wet’en hildin û xaçp’arêza û ÿzdîa qir’kin, ê kö bi h’ezara sala R’ohlata Nêzîkda dijîn. Sala 2014-a ÿzdî Îraqa Þimalêda (qir’a Þengaldê) hatne qir’kirinê.

“H’etanî niha me seva xisûsîya milet û ayîna dîn diköjin. T’ö wexta ne lazime em bêne r’ayê, lazime þer’k’arîyê bikin. Berê e’wil mer’a xweserwextbûna miletîêye bilind lazime, lê seva vê yekê lazime bi peyr’evî em miqatî e’sasê serwextbûna xwevin- ziman, medenyet û qîmetê xweye malê”,- Bak’oyan e’lamkir.

​Pêr’a jî, ewî da k’ivþê, lazime cêrge fikirê meh’kembûyî lêbinihêr’in. Lê ev h’esavnave, wekîlazime jina û qîza ij mecala setendina xwendinê me’rimkin. Lazime t’eþkîlbûyîvin, civaka meye cavdar û xwendî heve, ewî serda zêdekir.

​“Ez Sala t’ezeva girêdayî cime’ta xweye ÿzdî bimbarek-pîrozdikim. Ez bira û xûþkê xwer’a qedir û xemxörîya hevr’a dixwezim. Em li Ermenîstanê dijîn, li k’ö e’mrê me, çawa e’mirê bajar’vanê welête din- qîmetê herîbilinde”,- Bak’oyan binxetkir.

​Ewî binxetkir, wekî bi gilîyê bimbarek-pîrozkirinêye berva cime’ta ÿzdîya Nîkol P’aþînyanê serekwezîr, Ararat Mîrozoyanê  zarbêjê þêwirxanê û Sasûn Mîk’ayêlyanê sedrê yektîya “Êrkrapah”-aye r’ezedilvana pêþda hatine.

​“Bi îzina we, ez dixwezim bi zimanê meyî dê berbir’î wet’enwarê xweye t’emamîya dinîaêvim”,- Bek’oyan serda zêdekir. Pey wê yekêr’a ewî k’êlm bi zimanê ÿzdîkî kir, bin destlevxistina hevalkar-dêpûtata.

​Em bînne bîr- serk’arê Ermenîstanê t’imê e’ydê miletîyêva girêdayî ÿlê welête miletîyê bimbarek-pîrozdikin. Cöda gotî, 1-ê meha nîsanê bimbarek-pîrozkirinê isa careke din bi delîva Xab-Nîsanê- sala mexînaye T’ezeva  girêdayî hatne bihîstinê.   Mek’tevê ort’eda dersê zimanê ÿzdîkî, ûr’iskî, mexînî û k’ördî didine þagirtê van ÿlaye miletîyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button