SocietyTop

Xeverdana derheqa encamê koronavîrûsêye we’dedirêjda hila hê zûye xeverdin: 265 meriv sag’-silamet hatne dernivîsarê: Arsên T’orosyan

265 pasîênt ij belqîtka koronavîrûsê qencbûne û ij nexweþxanê “sag’-silamet” hatne dernivîsarê, lê derheqa wê yekêda xeverdin, k’a gelo dikare belqîtk bîne li bergeha we’dedirêj, hila hê zûye. Derheqa vê yekêda nav pirsqisê, k’îjdan daye “Azayê”, Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê got. Bi gilîyê wî-  sal û îzger’îyê bi t’evbûna dehe û seda h’ezara meriva wê bêne xwestinê, wekî safîve, k’a seva organîzmê encamê k’etina koronavîrûsê encamê hevin, k’îjanê h’etanî niha mecal t’ine safîkin. Çi dimîne çseva îht’îmalîya cara döda k’etina koronavîrûsê pey silametbûnêr’a, bi gilîyê wezîr, e’debyeta doxtirîyêda delîvê isa hatne wesifkirinê, lê ew dinîaêda ze’f nînin. Lo hila, hila hê e’yan nîne- delîvê wesifbûyîda analîz r’ast hatne kirinê. Hila hê îht’îmal nîne bêjin- r’ast gilî derheqa belqîtbûna döbaredaye, yan berî dernivîsarê wexta îzger’îya encamê deg’ele neyênî hatne stendinê. Bi gilîyê wezîr- Ermenîstanêda pasîênt, ê kö ij KOVÎD-19 qencbûne, her t’enê pey wê yekêr’a ij nexweþxanê têne dernivîsarê, çaxê dö t’êstê baþqe, wekî bi firqîya belqîtbûna koronavîrûsêye r’okê encamê neyênî didin. Pey dernivîsarêr’a t’emîyê didine wan bajar’vana, lê isa jî bajar’vanê wÿelête din xwe xewlekin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button