SocietyTop

Serwêrîkirina H’isên begê De’sinî sala 1534-a

H’isên begê H’isinî (H’öseyn beg De’sinî) nav t’arîxa ÿzdîya h’esavdive fîgûreke hereferz. Sala 1534-a ewî ij Mûsilê bi Mîrtîyê Beh’dînanêye bi p’ayt’extê Amêdîayê û Soranêye bi p’ayt’extê Ÿrbîl serwêrtî dikir. Dêmek, ewî isa jî serk’arî neh’îya dikir, k’îjanada h’îmlî sörman diman.  T’opraxa wêye t’exmîn ser xerîtê baþqekirîye, k’îjan me e’frandîye. Bi navê Mîr, wekî ew r’êberê ÿzdîayî ayîna dînbû, ewî serk’arî t’opraxeke ÿp’êce mezin dikir, ne kö ser xerîtê hatîye k’ivþkirinê.

We’dê gölvedana e’mrê ÿzdîya, ij sedsalîya 12-a h’etanî 17-a, giregirê ÿzdîya h’evt mîrtîyê mezine bi aparata fermandarîêye serbest avakirin. Hersal yan herþeþ mehe qewal (nesîh’etçîyê r’êwîye hînkirî) bi piþtgirîya e’skerîyê ij xeleqa merk’ezîêye qewatê û merk’eza Laliþêye r’öh’anî diçne mîrtîyê ÿzdîya. Wana ÿzdîyê binelî dîn hîndikirin û xêr-xêrat distendin. “Sincaq”-ê ij van herh’evt mîrtîaye mexsûs û degme hebûn, standarta Sînkaîye t’ûnc- ew beyraqê h’esinin, k’îjan  qölixdikin simbola merk’eza dîwanêye Laliþêdaye fermandarîyê. Ew bi cûr’ê xwe hevdö cödadibûn. Wexta r’êwîtîya wane hersale  mîrtîyê ÿzdîyava qasida t’ev xwe Sînkaka angor çawa nîþana dîwanê dibrin, wekî r’ayê Laliþê r’emzîkin. Sînkaka isa jî heq û dîwana meh’kemkirina meriva didane qewala. Her t’enê mîrtîya Þêxanê (welat þêx) ziyanê nek’et, mîrtîyê din nav dewr û zemana belabûn, k’îjan bi þer’ û peyk’etina k’ivþbûn.

Tawisa E’nzel (Welatþêx- Laliþ)

Tawisa Þengalê (Þengala Mezin)

Tawisa H’ekkarê (carna navdikin tawisa Zozana, ew seva ÿzdîya pêþda dihat, ê kö neh’îya ç’îayê Cizîrêda diman)

Tawisa Welatê K’isaltaê (neh’îyê ij Wanê berva ce’nûbê, yanî, neh’îyê dora Sêrêtê, Bet’manê, Dîyarbek’irê, Mêrdînê, Ûrfayê û wekî din)

Tawisa T’ewrêzê (gilî derheqa þeherê T’ewrêzêdaye, k’îjan li Îrana h’emzemanîye. Yazîd li dor-berê li r’oava li neh’îya Xoyê dijîtin)

Tawisa Moskofê ( pêþda ew nav tawisa Serh’edêbû, nav pey wê yekêr’a bi Moskvayê hate göhastinê, çaxê ÿzdîya k’oçkire li qeyserîya Ûr’isêtê, ew nav 200 sala hate xevtandinê.

Wexta serk’arîkirina H’îsan begê De’sinî qewata ÿzdîaye sîasîyê û e’skerîêye mezin û azayî hebûn, wekî ÿzdî t’ö wexta qeyserîya osmanîêda t’emsîlbûyîbûn. H’îsan begê De’sinî ij k’oma Þêx Qat’anî dertê û kör’ê H’esen begê bû, isa jî çawa sölt’an e’yane. H’esenê begê saya e’melê sîasîyê û dîwannasîêye aqil dîwana mezin stend, pey þer’ê li Haldîranê navbera osmana û Sêfêvîdada li sala 1520-î ew t’ev alt’indarê osmana k’ete nav tifaqê û karibû Mûsilê bike bin qolê xwe. H’etanî mirna xweye sala 1534-a ewî  h’ökömê xwe bona e’dilandina neh’îa bin qolê xwe û baþkirina þertê e’mir da xevatê. Sala 1534-a H’îsên begê kör’ê wî ew bedelkir. Bi wî mîrtîya wî bi malhebûna gölveda, k’îjanê nav ûdengê wî sînorê wî der belakir û  li hêlana dîwana wane sîasîyê alî ÿzdîya kir.

Serê sêrîda ÿzdîyar’a bin serk’arîya H’isên begê De’sinî lihev hat t’emamîya ÿrîþa paþda bidin. Lêbelê,çaxê mîrê ÿzdîya sala 1534-a  h’izûrê nînbû- hine ç’e’vkanî divêjin, wekî ew çû Þêxanê, ê din dîsa Konstantînapolê- k’ördê sörman bi Seyfeddîn ij vê mecalê k’arê k’etin û ÿrîþ birne ser Ÿrbîlê. Ÿrbîl k’ete destê wî. Cêr’ibandinê ce’sûysîê t’er’ibîn, çimkî sörmanê binelî serk’arê t’ezeva cembûn. Bi seda ÿzdîyê þer’van pêvajoyêda hatne köþtinê.

Çawa ev ç’e’vkanî dide k’ivþê,  sölt’anê osmanîyê gazî H’isên begê li Stembolê kir- pey vê alt’bûna sala 1566-ar’a, lê paþê  e’mirkir îdamkin. Pey köþtina wîr’a ÿzdîya dîwana xweye sîasîyê indakir û li p’êla peyk’etina û zêrandina qelibîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button