SocietyTop

Ermenîstanêda wek’îlê miletê kêmjimar seva e’ydê xwe dikarin merexesa edanekirinê hildin

Wek’îlê miletê kêmjimar, ê kö Ermenîstanêda dijîn, wexta t’emsîlkirina h’îmkirinê lazime li p’ara xevatê dikarin nav salê 4 r’ojê merexesêye edanekirinêye seva e’ydikirna r’ojê xwe hildin. Derheqa vê yekêda Civata Ermenîstanêye Miletîyêda r’ûniþtina Encomana þêwirxanêye miqîmîye bi heqê mêriv û pirsê civakêdawexta e’ne’nekirina t’ivdîra qanûnêye derheqa kirina göhastinê li Qanûnne’ma xevatêda 6-ê meha nîsanê R’ûstam Bek’oyanê e’frandarê t’ivdîra qanûnê, dêpûtatê ij qelfa «Gava min”-e serk’arîkirnê e’lamkir. Bi gilîyê wî, kes, ê kö wek’îlê vê yan wê kêmjimara miletîyêne, heqê want heye eleqetê höndör’e navbera kesa û navbera k’omada xweykin û pêþda bivin. Ê seva medenyet û e’detê xwe bi wesif. «Xevatçî borcdare e’rza nivîsar t’emsîlî xevatdardike bi h’îmkirina hîvîkirina xwe, pey k’îjanêr’a dikare gömana wîye merexesa edanekirinêheve”,- Bek’oyan þirovekir. Em bidine k’ivþê, wekî li t’opraxa Ermenîstanê 11 miletê kêmjimar hatne tênivîsîneû dijîn. Pey e’ne’nekirinêr’a endamê þêwirxanê encamanîna erênî dane t’ivdîra qanûnêye t’emsîlkirî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button