SocietyTop

”Me gele cara dîtîye, k’a çi cûr’eyî bi k’ötanê e’skerê xwe derdixin, fêza qeleçêda didine sekinandinê, wekî mêþandarê me lêxe”: Êp’rêm Margaryan- derheqa ordîya adrbêcanîda

Dersê em t’imê gere hildin, çimkî her demekê em gere hazirvin. Her qewmandinek qewata t’eze, yektîyê û cêr’ibandina t’eze dide me”,- Êr’ablûrêda Êp’rêm Margaryanê dewsgirtîyê fermandarê fîdawîyê “Teyr 30 Ararat”-ê got. Ewî got, wekî seva ÿrîþkirinê niþkêva cava neyarê hatîye dayînê û isa jî nîne, wekî gele cîyê meyî hildana dersê heye. Bi xeverdana derheqa xevata encomana lêk’olînkirina r’ewiþtê þer’ê meha nîsanêda- Margaryan got: “Ê qölixçî t’ö wexta e’sker nînbûye. Þöxölê wan k’ag’eznasî û îzger’îya k’ag’eznasîêye. Niqitkê her þer’ekî, her qewmandinekêye te’rî hene, k’îjan we’dekî þönda têne þirovekirinê. Encoman gere delîlekê  têbinivîse- wê yekê, wekî k’îsî derdayînê me, lê em alt’kirî derk’etin. Van r’oja ser sînor e’ynat tê t’exmînkirinê Bi gotna Êp’rêm Margaryan, t’imê jî mehê nîsan-gölanê hindava neyarêda aktîvî hatîye t’exmînkirinê. “Ew wê yekêva girêdayîye, wekî ew zivistanê þêr’ h’iznakin, t’ö wexta delîvek t’inebûye, wekî ew zivistanê þêr’ e’lamî mekin, divek sermokene. Lê meha nîsanê: t’imê bûye, bal wan jî agîtasîa heye, nîsanê ew h’esavdikin meha xweye alt’indarîyê.  Ew, xwe bi h’esavkirina peyhatîyê qebîlê t’irka, 24-ê meha nîsanê qir’ jî bû, meha nîsanê t’imê fesadîya dikin- bi fikirmîþbûna, wekî ew seva wan alt’indarîya mezine. Ew bi wan fesadîya alt’indarîyê didine k’ivþê, wekî me t’imê agirkirîye, em gere t’imê dilqê ê h’incir’andinê, alt’indardavin. Lê wê yekê em idî zanin, wekî mîfe, e’ne’neye”. Bi gotina Êp’rêm Margyaryan, ordîya adrbêcanîda dötîretîya mezin heye: “Wira alkoholê ze’f didine xevatê, narkotîkê ze’f didine xevatê. Ordîya wanda cöda gotî r’êjîmê berk’ t’inene,  h’alê ber’edayîye, þexst’eþkîla zapita h’îmlî îç’keh’ize. Gele cara me dîtîye qeleçê þer’vanîêda, k’a e’skerê xwe çawa dik’ötin, fêza qeleçada didine sekinandinê, wekî mêþandarê me lêxe. Û gele bûye, h’eta ê ij alîyê wan derbazî alîyê me bûyî, ê t’esmîlbûyî, t’emam jî e’ynî tiþtî gilîdikin, t’emam jî seva wê lêdan-k’ötanê ditirsin. K’asek-dödö vexöarin- derdixin gölê berî wan didin, kes fiþekê nade ber h’esava”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button