
R’exp’ara t’êlêye îranîaye pêþdak’iþandî pirsa wê bajar’vana bike, pey stendina cava k’îjanar’a wê t’emîyê bide çi bikin.
Tîgran Avînyanê dewsgirtîyê serekwezîrê CE, kamêndantê h’alê sirêder belgê xweyî Fêysbûk’-êda nivîsîye, wekî zûtirekê meriv bi dayîna cava pirsê r’exp’ara t’êlê wê bikarvin serwextvin- bi koronavîrûsê blqîtbûyîne, yan na.
“Hevalk’arê meye îranî r’exp’areke t’êlê dane me, k’îjanê îznê bide bi dayîna cava pirsê kesa û bi k’ivþkirina cî, hejmara t’êla xwe, derheqa h’alê silametîya xweda înformasîayê bidin, û ser h’îmê r’êzepirsê T’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîay kesê bikarve serwextve- gelo pirsgirêka wî heye, û wê delîvêda çi gere bike?”,- dewsgirtîyê serekwezîr nivîsîye.
Em bînne bîr, wekî bi salixê xilazîyê- Ermenîstanêda 122 delîvê belqîtbûna bi koronavîrûsê hatne tênivîsarê. Derheqa delîva belqîtbûnêye pêþinda siva 1-ê meha adrêye zû e’yanbû, ê belqîtbûyî mêrekî 29 salîbû, ê kö ij Îranê 28-ê meha sivatê li Ermenîstanê qesidîbû. Ew ij nexweþxanê hatîye dernivîsarê.
Ermenîstanêda ij 16-ê meha adarê h’etanî 14-ê meha nîsanê h’alê sirêder hatîye e’lamkirinê.