SocietyTop

Bi r’exp’ara t’êlê wê îht’malve safîkin- hûn bi koronavîrûsê belqîtbûyîne, yan na

R’exp’ara t’êlêye îranîaye  pêþdak’iþandî pirsa wê bajar’vana bike, pey stendina cava k’îjanar’a wê t’emîyê bide çi bikin.

Tîgran Avînyanê dewsgirtîyê serekwezîrê CE, kamêndantê h’alê sirêder belgê xweyî Fêysbûk’-êda nivîsîye, wekî zûtirekê meriv bi dayîna cava pirsê r’exp’ara t’êlê wê bikarvin serwextvin- bi koronavîrûsê blqîtbûyîne, yan na.

“Hevalk’arê meye îranî r’exp’areke t’êlê dane me, k’îjanê îznê bide bi dayîna cava pirsê kesa û bi k’ivþkirina cî, hejmara t’êla xwe, derheqa  h’alê silametîya xweda înformasîayê  bidin, û ser h’îmê r’êzepirsê T’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîay kesê bikarve serwextve- gelo pirsgirêka wî heye, û wê delîvêda çi gere bike?”,- dewsgirtîyê serekwezîr nivîsîye.

Em bînne bîr, wekî bi salixê xilazîyê- Ermenîstanêda 122 delîvê belqîtbûna bi koronavîrûsê hatne tênivîsarê. Derheqa delîva belqîtbûnêye pêþinda siva 1-ê meha adrêye zû e’yanbû, ê belqîtbûyî mêrekî 29 salîbû, ê kö ij Îranê 28-ê meha sivatê li Ermenîstanê qesidîbû. Ew ij nexweþxanê hatîye dernivîsarê.

Ermenîstanêda ij 16-ê meha adarê h’etanî 14-ê meha nîsanê h’alê sirêder hatîye e’lamkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button