SocietyTop

H’ökömetê alîk’arîya 150 mlrd drama bide malhebûnê: P’aþînyan

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE derheqa wan gavada xeverda, bi k’îjana wê îht’îmalve “sûtmana”(agrê) sosîalîyê bitemrînin.

Zûtirekê h’ökömetê alîk’arîya 150 mlrd drama bide malhebûnê: ÿfîra hevaltîya dûrdîtinoka “Þantî’”-êda Nîkol P’aþînaynê serekwezîrê CE e’lamkir. “Emê 25 mlrd drama bidine wan hevaltîya, k’îjanê ij benkê Ermenîstanê qerz hildin aylixa xevatçîyê xwe edakin, edakirinê komûnal bikin, seva destanîna qinyat-xam. 50%-ê qerzê wan hevaltîya h’ökömetê h’emfînanske- bi 0 selefa, lê selefê p’ara benkê wê sûbsîdîake, wekî ew jî bi 0 selefave”,- ewî got.

Bi gilîyê serekwezîr- eva we’dekî ze’f baþe, wekî k’omekê bidine warê malhebûna göndîtîyê. Qerzê warêmalhebûna göndîtîyê gere ewqasî bêne sûbsîdîakirinê, wekî ew bigihîjne 0 selefa. Yanî- qerzê 0 selefê wê bidine malhebûna göndîtîyê. P’aþînayn da k’ivþê, wekî sör’ nîne- meriv wexta koronavîrûsê jî, paþê jî  nan dixön.

Pêþtirî wê, p’êç’ana 30 mlrd drama seva alîk’arîya sosîalîêye lez hazirkirine, wekî înk’arkin, wekî jordak’etina merivaye sosîalîyê heve. P’aþînyan hûrgilîkir, wekî gilî derheqa alîk’arîya bi nav-nîþandaye. Eva, bi gotina wî, seva temirandina “agrê” sosîalîêyî îht’îmale.

Serekwezîrê CE da k’ivþê, wekî bajar’van û bîznês gere bawervin, wekî dewlet r’ex wan sekinîye. “80 mlrd drama wê bidine wan t’ivdîra, k’îjan wê ê t’ezevantîyêvin: ew hevaltî gere k’arê xwe xwexa û CE dinîya t’eze bikin. Pirsgirêk ewe, wekî em nikarin têderxin k’a dinîya pey koronavîrûsêr’a wê ya çi cûr’eyîve, û emê cema bêh’ed bidine wan , ê kö bi têderxistin û t’ivdarekdîtina paþwextîyêva wê mijûlvin”,- serekwezîr got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button