SocietyTop

Ermenîstanêda hejmara ê koronavîrûsê k’etî bû 78: wezîr salixê t’eze e’lamkirin

Bi gilîyê Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lemîxweykirinê- idî 600 meriv xewlekirîne. Ermenîstanêda hejmara ê koronavîrûsê k’etî bû 78. Salix wexta dûre’lamkirina “Fêysbûk’”-ê Arsên T’orosyanê wezîrê CE-î sag’lemîxweykirinê e’lamkir. Bi gilîyê wî- t’ö zedenîþeke 18 belqîtbûya t’inebûye.  Lê þeþ delîvê t’eze jî belqîtk’etîyê cîderecêva girêdayî bûne. “H’erke nehatina lêk’olîknrinê, qe ne jî wê bizanbûyana. Ij ê din her t’enê bal döda hewahildana p’iþika hatbû e’yankirinê, îht’îmale- qencbûne, nizanin, çimkî bi îzger’îya r’êntgên ew safîdive, r’êntgên r’oja 7-a  têr’adîtîye”,- wezîr got.

Ewî isa jî e’lamkir, wekî 600 meriv idî xewlekirîne.

Em bidine k’ivþê, wekîr Ermenîstanêda hejmara kesê belqîtbûîye t’omerî bi h’alê 17-ê meha adarê seh’eta 18-a ya 72-abû, yek idî qencbûye. Vê demê ser wan 6 jî zêdebûn.

Ermenîstanêda derheqa delîva koronavîrûsêye e’wilda siva 1-ê meha adarê e’yanbû: ê belqîtbûyî mêrekî 29 salîbû, ê kö ij Îranê 28-ê meha sivatê li Ermenîstanê qesidîbû. Ew ij nexweþxanê idî hatîye dernivîsarê. 11-ê meha adarê CE-êda sê delîvê koronavîrûsê e’yanbûn. Ê belqîtbûyî ij Îtalîayê hatibûn. Ij wana yek binelîya Ÿcmîazînêye, angorî salixa, çûbû Îtalîayê- seva bijartîya kör’ê xwe k’incê bûktîyê bik’ir’e, paþê Ÿcmîazînêda t’ev þîranîyê kör’ê xwe bibû. Pey wê yekêr’a hejmara belqîtbûya destpêkirîye zêdeve. 16-ê meha adarê Nîkol P’aþînyanê sereêkwezîrê CE e’lamkir, wekî delîva koronavîrûsê isa jî îdarxaneke R’ewanêye deranînêda hatîye tênivîsarê. Ermenîstanêda ij 16-ê meha adarêda h’alê sirêder hatîye e’lamkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button