Dihok þehereke li Îraqê, ew merk’eza mûh’efeza Dihokêye fermîandarîêye. Þeherda h’îmlî k’örd, mexîn û ÿzdî dimînin. Dihok bi mezinayê K’ördistana Îraqêda pey Ÿrbîlê, Sölêmanîyê û K’irkûkêr’a þeherê çaraye. Zanîngeha Dihokê þeherdaye, k’îjan sala 1992-a vebûye.
H’îmê þeher sala 1236-a hatîye danînê, çaxê H’esen beg Saîfeddîn mîrtîya Beh’dînanê cemkir. Sala 1842-a osmanîya þeher zevtkir, û þeher derbazî bin qolê Mûsilê bû. Sala 1898-a, angorî got’arê, yanzde mek’t’evê ne mezin, dödê xaçp’arêzîyê û dödê cihûya, wira hebûn. Sala 1920-î Îraqêda her t’enê pênc mek’t’evê e’wil hebûn, k’îjan seva qîza ê destgihîþtinêbûn, yeke ij wan Dihokêdabû.
Dihok serê sêrîda hatîye navkirinê Nöhadra yan Neda. H’etanî xilazîya þer’ê h’emdinîaêyî pêþin Dihok göndbû. Ij wî çaxîda þeher berfirebûye. Ew ÿp’êceyî pey sala 1992-ar’a berfirebû. R’oja îro weke nîv mîlîon meriv wira dimînin.
Dihok goveka tûrîzmêda ne xirav pêþda çûye. Gele cî hene, wekî dikarin wan dera biqesidin. Nav k’îjana Sûlaf, Aþawa û Deþta Dihokê.
Þiherê Dihokê K’ördistana Îraqêda þiherê herîdewlemend nîne. Lê Dihokêda gele meh’elê bi k’oþk-sera têne avakirinê, gele avtomaþînê giranbiha têda hene, xörek, ardû û eþîayê dine lazmaya e’wilva girêdayî pirsgitrêk t’inene.
Hejmara binelîya sala 2013-a 296 992 meriv bûne.
Vê demê Dihokêda întêrnêtêva girêdayî navbir’î hene,û em nikarin h’alê çadirgehê ÿzdîaye cîgöhastîyê we’delî, ê kö çadirgehê seva p’enaberadanin û t’eamîya h’alê ÿla ÿzdîyê þeher, þrovekin.