SocietyTop

H’esavdarîya derheqa t’ivdîrê YAZDA-êda û “T’or’a bona ÿzdîyê zêndîmayîye” van xilazîya e’firandî

3-ê meha sala 2020-îye sivatê, bi alîk’arîya wezareta P’adþatîya Nîdêrlandaye k’arê der, Yazdayê t’or’a “Seva ÿzdîyê zêndîmayî” seva girtina piþta qörbanê qir’ê û zêradina sêk’sûalîyê, wekî hindava wa gotî DE’ÎÞ-êda bûne, berda. T’or’a seva ÿzdîyê zêndîmayî wê îznê bide zêndîmaya derheqa cêr’ibandina xweda xeverdin, xwestinê xwe dîharkin, seva heqîyê þer’k’arîyê bikin û helana bidine h’esavdarîya ort’emiletîyê û heqê mêriv. Ewê isa jî pêþda bê bona berfirekirina berne’mê k’ardar û xizmetk’arîyê seva ziyanêk’etîya û ÿlê Îraqêye zedelêk’etinê. Yazdayê isa jî vîdêo h’esavdarî belakirîye bi meremê wane seva 5 salaye destgihîþtinê, Niha hûn dikarin p’areke h’esavdarîyê bibihên, derheqa k’îjanêda Sîlvîya wek’îla Yazdayê gilîdike. “Navê min Sîlvîyaye, ez ij t’eþkîleta Yazdayême. Yazda t’eþkîleta ort’emiletîêye ne dîwanîye, h’îmê k’îjanê sala 2014-a hatîye danînê, pey ÿrîþkirina DE’ÎÞ-êye ser  ÿla ÿzdîya û kêmjimarê Îraqêye din.

 Yazda zûtirekê pey van qewmandinar’a seva dengvedana borana hûmanîtarîyêva hate e’frandinê, em ij Dihokê- þeherê þimala Îraqêyî mezin e’meldikin. Em Dihokêda  dixevtin, û em isa jî Þengalêda dixevtin. Yazda nav van pênc sala dö t’erefê k’arê û þöxölvanîyêye h’îmlî pêþda dive. Warê e’wil- ew alîk’arîya hûmantîtarîêye, û em bi p’arevekirina xörek,  girtina piþta mecalê jîyînê, alîk’arîya doxtirîyê mijûldivin. Em idî pênc salin, wekî serk’arîê binp’ara doxtirîêye h’ejok dikin. Niha em dik’evne gönda, qesta k’îjana t’ö t’eþkîleteke civakîye din nake, û em k’omeka doxtirîyê didine weke 1600 meriva. Em isa jî dasekinandina baxçava, hine cûr’ê þöxölvanîyêva û bi e’melê çapik p’arê dinda mijûldivin, k’îjan seva meh’kemî û dasekinandina civakê bêh’ed ferzin. Warê þöxölvanîya Yazdaêyî dinî mezin- ew þöxölvanîya salixdayînêye. Em t’ev civakê meh’kem nav hevk’aryêdanin, û t’eþkîleta me bi fikrekê h’esavdive dengê civaka ÿzdîya. Civak ît’bara xwe me tîne û van salê xilazîyê ît’abar xwe me tîne em þe’detîyê derheqa qir’êda, derheqa sûck’arîyê kirîda, wekî xwexa bûne þe’dê wan, û derheqa qörbanada, wekî dengê civakêne, bimeþînin. Em h’alekî ze’f ferzdanin, û  em seva  xweykirina van salixa cavdarîyê hildidine ser xwe û, hilbet, xevtandina wan seva salixdayînê, wekî naskirina vê qir’ê ser dereca ort’emiletîyê ewlekin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button