Ermenîstanêda sê delîvê koronavîrûsêye t’eze hatne tênivîsarê. Derheqa vê yekêda Nîkol P’aþînyanê serekwezîr e’lamkirîye- bi nivîsara fêysbûk’yîê. “Îro, h’eyf, sê delîvê meye koronavîrûsêye t’eze hene. Dödö bajr’vanê Ce-êne (45 û 27 salî), yek- ê Îtalîayê (51 salî),ê kö Ermenîstanêda dixevte. H’ersêk jî ij Îtalîayê hatine. Niha bona xewlekirinê govka hevsûbûna wan tê safîkirinê, k’îjan angorî salixê e’wil mezin nîne. Gaznê bajar’vanê Îtalîayê û bajar’vanekî CE t’inene. P’iþkê bajar’vanekî CE hewa hildane. Pasîênt hangava pey hatinêr’a h’esavhildayî bûne. Bi têderxistina t’enqîdkirina, k’a çima me qirara r’awestandina fir’înê ij Îtalîayê dernexistîye, ez bêjim, wekî mecala heman me çend cara e’ne’nekirîye û em hatne ser fikira aþkela, wekî belqîtbirê potênsîal dikarin ij welatê cînarê Îtalîayê- Fransîa, Îtalîa, bêne Ermenîstanê, çimkî höndör’ê Yektîya Avropayêda sînorkirin nehatne xevtandinê. Yanî- bi ment’eqa heman em gere t’erefê avropîye din jî dadin, xazma wekî koronavîrûs isa jî welatê avropîye dinda beladive. Niha avîahevaltîya xwexa qirakirîye fir’îna ij Îtalîayê r’awestînin. Ez bidme k’ivþê, wekî cime’ta “Goldên p’êlîs”-ê û pasîêntê e’wilî zedeqirakirî baþin, gaznê wan t’inene. Wet’enwarê delal, ez hîvîdikim r’eh’etîyê xweykin û t’emîyê wezareta sag’lemîxweykirinêye derheqa mecalê þerpezekirina koronavîrûsêda xweykin”,- bi t’ehwîlkirina “Armênprêsê”, serekwezîr nivîsîye.
Related Articles
Komîsyona Ewrûpayê wê 15 milyon euro piştgirî bide Ermenîstanê. peymaneke nû ya 15 milyon euroyê din tê plankirin
19.04.2024, 12:27
Ez poşman im ku DYE li hember paqijiya etnîkî ya ku Azerbeycanê li Qerebaxa Çiyayî pêk anî, îradeyek mezintir nîşan neda. Sênatorê Mênêndêz
19.04.2024, 11:49
Ьса жи сахтикьн
Close - Sedrê T’BHA-î e’melda wê qesta Qafqasîya Ce’nûbê bike18.04.2024, 14:04