SocietyTop

Borana hûmanîtarîêye t’eze K’ördistanêda

Borana hûmanîtarîêye t’eze K’ördistanêda

Ÿmî Bîm e’frandara k’itêva “Qir’a ÿzdîaye xilazîyê”- û çapike,     ya kö Îraqê û Sûraêda gele cara alî ÿzdîya kirîye. Li belgê xweyî t’or’a fêysbûk’êye sosîalîê miqale derheqa borana hûmanîtarîêye t’ezeye K’ördistanêda nivîsîye. Ÿmîyê isa jî hîvî giþta kirîye ewê me’lûmetîyê belakin.

“Þengalê û Txêl-Afarêda întêrnêt hatîye vêsandinê. Döh Þengalêda 4 seh’eta ÿlêktrîk t’inebûye, k’îjan idî normal nîne. H’ökömeta K’ördistanê derheqa dadana t’emamîyap çadirgehaye seva kesê we’delî cîgöhastîye 1-ê meha sala 2020-îye nîsanêda e’lamkirîye. Evê bive katastrofa hûmantîtarîyê. 200 h’ezar yan 300 h’ezar ÿzdîyê cîgöhastî nikarin paþda veger’in. Göndê ij ç’îayê Þengalê berva ce’nûbê seva jîyînê bêkêrin û seva ÿlêktrîkîyê yan ava t’emiz binxeleqê wan t’inene. Malê macira h’etanî niha k’elefene. H’alê bêqezabûnê seva ÿzdîya bi qezîaye.

Bi xevtandina koronavîrûsê, çawa me’nî, K’ördistanê sînorê xwe dö r’oja pêþda dadaye. Meriv dikarin her’in, lê divêjne wan, wekî ew lap kêm mehekê nikarin paþda vegerin. Belqît bi wesfa alet’a sîasîyê tê xevtandinê seva derxistina ÿzdîya ij çadirgehê wan. Ez h’esavdivim ecnebîyap t’ek t’enê, îzna k’îjanê heye ij Mûsilê h’etanî Þengalê niqitkê miqatbûn-derbzabûnêva derbazvim û vira bijîm (çiqasî minva e’yane). Sîasîa Beg’dayêye- t’emamîya ecnebîya û hûmanîtara ij Þengalê  dûr xweyke, h’erke p’evgirêdanê wane mexsûs yan jî e’ynata wan t’ine (çawa ya min).

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button