SocietyTop

Bin fiþara civakê- Îraq t’ehwîlkirina malê Dewleta îslamîêye li çadirgeha Zûmmarê r’adwestîne

Nînêvîya, Îraq- wezareta p’enaberîyê û cîgöhastinê derheqa r’awestina t’ehwîlkirina malê Dewleta îslamîêyeli neh’îya Zûmmarê ya olk’a Nînêvîayê li  þimala Îraqêda e’lamkir, angorî e’lametîya r’esmî ya fermandarê neh’îya Þengalê Mahamî Xelîl. Þengal seva gele ÿzdîya h’esavdive mal, ê kö dîtine, k’a cêrgê wan sala 2014-a hindava Dewleta îslamîêda hatne t’önjkirinê. Pey wê yekêr’a, çaxê binelîyê neh’îyê derheqa bêqezîabûn û encamê hiqûqîyêda e’þartî dan, k’îjan dikarin bigihînne qir’a navbera ol û îmanada û helana bidine malê binelîyê Zûmmarê, ê kö  hindava Dewleta îslamîêda hatne köþtinê. Þer’van Al-Dyûbêrdanî, dêpûtatê k’ördî ij þêwirxana Nînêvîayê, e’lamî “Al-Monîtor”-ê kir, wekî pêvajoya t’ehwîlkirina malê ij Dewleta îslamîêye li Îraqê pey wê yekêr’a hatîye r’awestandinê, çaxê ewî qolê endamê þêwirxana Nînêvîayê berevkirine û neqayîlîya xwe e’lamî zarbêjê þêwirxanê û qömandarê e’melê e’skerîêyî t’evayî kirîye. Dyûbêrdanî gotîye, weûî çadirgeha Omlayê li olk’a Zûmmarê seva qebûlkirina wan mala hatîye bijartinê, û ewê yekê hêrsa binelîyê olk’ê r’akirîye. K’ördê qanûndar, bi deha binelîyê neh’îyê, cêrge endamê firqê, sîasînas û r’êberê Nînêvîayê t’ev e’melê þikyatkirinê bûne, k’îjan Zûmmarayêda qewimîye, ê kö derk’etine derva û ser cîgöhastina endamê Dewleta îslamîêye ij çadirgeha Al-Xolêye li Sûrîayê li Omlûyê þikyatkirine. Endamê þêwirxanê qisa çapgerîyê derbazkirine, wexta k’îjanê pêþt’arîx û  me’nîyê qirara derxistî þirovekirine û naqayîlîya xweye carekêva t’ehwîlkirinêva girêdayî e’lamkirine. Dyûbêrdanî gotîye, wekî çadirgeh hindava wezareta Îraqêye cîgöhastina û p’enaberîyêda seva vî meremî hatîye e’frandinê, û 50%-ê wê zêdetir hatîye xilazkirinê. Meremê h’îmlî ewe, wekî 4000 çadira wira lêxin. Ewî serda zêdekir, wekî her t’enê 4400 meriv ij t’omjrî 31.400 meriva li çadirgeha Al-Holê h’esavdivin ê ij olk’a Nînêvîayê derk’etî, û wekî p’ir’anîya wan jin û zar’in. Cahûr E’lî Beg, r’êberê ÿzdîayî ayîna dîn, gote “Al-Monît’orê”, wekî cîgöhastina malê Dewleta îslamîêye li neh’îya nêzîkî Þengalê hatîye nanakirinê û wekî ÿzdî wê cîgöhastinê wê qebûlnekin, çimkî ew ij Dewleta îslamîêgiþta ze’ftir ziyanê k’etine. Ewî got, wekî malê Dewleta îslamîê heman qezîayê t’emsîldikin, çi kö endamê Dewleta îslamîê xwexa, çimkî neferê malê xweyê  dîsa wan fikirane, û wekî h’ökömeta Îraqê û h’ökömeta K’ördistanêye neh’îyê gere safîkirina vê pirsê bivînin û malê Dewleta îslamîê ij neh’îyê ÿzdîya dûr xweykin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button