PoliticsTop

Wezareta CE-êye K’D- derheqa hêsakirina qeydê r’êjîma derdahatinêye navbera Ermenîstanê û Görcistanêda

3-ê meha adarê wezîrê Ermenîstanê û Görcistanêye k’arê der ferztîya r’öh’adrkirina hevsûbûnê meriva û meh’kemkirina p’evgirêdana navbera civakada binxetkirine û wê yekêva girêdayî bîrne’ma tem hatîye qolkirinê. Derheqa vê yekêda Anna Nag’dalyana zarbêja wezareta CE-êye k’arê dere çapgerîyê gotîye çawa cava pirsa derheqa hêsakirina qeydê derdhatinêye navbera Ermenîstanê û Görcistanêda. “Govekê serdana Nîkol P’aþînyanê serewezîrê CE-êye r’esmîye li Görcistanê navbera Ermenîstanê û Görcistanêda p’evk’etin hatîye destanînê derheqa hêsakirina qeydê r’êjîma derdahatinêda, gilî bi t’aybetî derheqa mecala seferkirina bi k’artê e’ynîkirinêdaye.  Gelo k’etina p’evk’etina jorgotîye nav qewatê k’engê tê têr’adîtinê?”. Zarbêja wezareta k’arê der çawa cava vê pirsê daye k’ivþê: “Bi qolkirina bîrne’ma tem h’îmê destpêkirina qisê dora morkirina þertne’ma ort’emiletîêye döalîye angor tê dayînê. Sirê pêvajoya morkirin û k’etina þertne’mêye nav qewatêye baþqe-baþqeda, angorî qanûndarîyê, pêh’esandina civakêye layîq wê bê ewlekirinê”,- cava  zarbêja wezareta k’arê derda  hatîye gotinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button