Politics

Qewata CE û Görcistanêye nexevtandîye ter’ikî heye: hevr’axeverdanê ermenî-görcaye bilind qewimîn

Görcistanêda hevr’axeverdanê ermenî-görcaye derecebilinde bi t’eþkîla berfirebûyî qewimîn. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- Gîorgî Gaxarîayê serekwezîrê Görcistanê, bi silavkirina þanda bi serk’arîya Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE, da k’ivþê, wekî r’ojeva e’ne’nekirina herdö alîaye berfire heye. “Emê paþda veger’ne ser t’emamîya wan pirsa, k’îjan seva alîyê çawa ermenî, isa jî görca ferzin. Ez dixwezim pirsa pêþdaçûyîna welatê meye dêmokratîyê, e’dlaya neh’îyê binxetkim. Nav þöxölê pêþdaçûyîna welatê meye malhebûnîyê h’îme. T’emamîya miqabilîhevbûnê neh’îyê bi r’iya e’dilî gere safîvin”,- serekwezîrê Görcistanê got. Ewî ce’dandinê Görcistanêye întêgrasîakirina Avroatlantîyê t’emsîlkir- bi kivþkirina, wekî ew qirara cime’ta wane.

Gîorgî Gaxarîya isa jî da k’ivþê, wekî ew hevk’arîya Ermenîstanêye goveka hevalk’arîya R’ohlatêda silavdikin. “Çawa we got, pêþdaçûyîna welatê meye dêmokratîyê h’îmê bêqezîabûn û pêþdaçûyîna malhebiûnîêye. Ez bawerim, wekî îro r’asthatina me seva herek’etbûna bi t’erefê dêmokratîyê wê bive gaveke din”,- serekwezîrê Görcistanê da k’ivþê. Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE gilîyê xweda binxetkir, wekî eleqetê herdö welatada qewata ter’ikîye nexevtandî heye. Bi gilîyê wî, t’am xevtandina wê qewatê p’ara r’ojevêye ferze. Bi fikra serekêwezîrê CE, mecalê herdö welataye p’ir’hejmar hene hevk’arîya malhebûnîyê derxne li dereca lap t’eze. “Bi vî h’esavî jî me’na dêmokratîêye qinyatî heye. Em bi qedirgirtin berbir’î ce’dandinê Görcistanêye întêgrasîa t’opraxa Avroatlantîyê divin. Isa bûye, wekî beranînê welatê meye h’evekî ç’ûke derheqa ösûlê bêqezîabûnêdaye baþqe-baþqe hene. Lê bi fikira min, derheqa bêqezîabûna meda beranîna meye t’omerî heye. Ermenîstan seva Görcistanê nikare qezîyave, Görcistan jî nikare seva Ermenîstanê bive qezîya bêqezîabûnê. Cara pêþin we’dekî kin pey qebûlkirina qölixa serekwezîrr’a bi hebûna serdana mine r’esmîye li Görcistanê, min ev qirar seva danîna li h’îmê eleqetê meye paþwextîyêda pêþda k’iþandîye”,- serekwezîr got. Nîkol P’aþînyan binxetkir, wekî Ermenîstan wê semt’girîya Görcistanê silavdike, wekî t’emamîya miqabilîhevbûna gere her t’enê bi r’iya e’dilî safîvin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button