SocietyTop

Sincaqa indabûyî (p’ara 2-a)

Dîharbûna sinceqê mala ozmanyanada

Bi gilîyê mala Ozmanayana, gelekî pêþda þêxê bi navê Ozman Qersêda jîye, k’îjan niha h’esavdive p’areke T’irkîayê. Ew göndekîda maye, k’îjanîr’a ÿzdîya digot Sînek. Qeza Qersê wî çaxî p’areke Ûr’isêtê bûye, lê Sînek- göndbûye, k’îderê weke 300 malê ÿzdîya  bi e’dilî t’ev cînarê xweye ermenî diman. P’ir’anîya ij wan mala ê mirîd bûne, xwe navdikirin sîpkanî yan sîpkî. Dö birê þêx Ozmane mezin hebûn- Þêx Adî û Þêx R’eþo. Birê mezin merivne bi qedirbûn û  nav ÿlê  xweyqediriûn, lê þêx Ozman xweyê qedrê giranbû û h’izkirîyê giþtabû. Ew gelekî jêhatî û aqilbû, nav t’emamîya pirsê ayîna dînda û dikarbû t’emamîya döa’ û qewla bîra xweda xweyke. Hila hê h’etanî wê yekê, çaxê r’ûê þêx  Ozmanê dihat, ewî xewn dît, k’îjanêda melek e’mirkir, wekî ew t’ö wexta r’ûyê xwe kör’neke û bive r’êberekî ayîna dîn.

Þêx Ozman pey t’emîya xwedawendîyê çû, û çaxê ew idî 18 salîbû, ewî dö xewnê dinê jî dîtin. Xewna pêþinda ewî dengê melek bihîst, k’îjanî got: “Tö gere h’emû tiþtê þîn ij mala xwe derxî derva, û zûtirekê tê sincaqê bivînî. Mala her ÿzdîkî mominda berê stêr’ hebûn- bin p’erdêda ser k’ötîka û  bi orxanê hirîye hildayî, cîwarkirî, k’îjanîda, angorî bawerîya belabûyî, melek-xödanê malê dijî. Nîþanî merivade û bêje wan, wekî ew ij e’smana nazilbûye”. Xewna dödada, çendekî þönda, deng gote wî: “P’arç’ekî sipî bavêje ser stêr’ê xwe, çimkî Melekî Tawis zûtirekê wê bê”. Þêx Ozman isa jî kir, û r’ojtira dinê ser stêr’ sincaq hate dîtinê. Pêr’a jî sincaqek ij qöva Laliþêye li þimala Îraqê indabû, û r’êberê ayîna dîn berbir’î k’oçek bûn bi hîvîkirina þiroveke, k’a sincaq li k’öye. K’oçek got, wekî we’dekî ew gere bik’eve mih’ekê. Û ew h’evt r’oja mig’arêda k’ete mih’ekê. Pey derk’etina ij mih’ekê, ewî gote giregira, wekî Sincaq göndê Sînekêdaye- bal maleke t’irêqa.

R’êbera got: “Em gere her’in û bivînin”. Mîr, qewalek û çend feqîr r’êk’etin wira û axir-oxir sincaq mala þêx Ozmanêda dîtin. Ewî h’ökömekî isa qewîn ser wan hiþt, wekî wana qirarkir sincaqê hildin, lê isa jî þêx Ozmanê, û mala wî û t’ev xwe bivne Laliþê. Lê benelîyê gönêd, ÿla sîpka, ber xwe dan û gotin: “H’erke hûnê sincaqê û  r’êberê meye dîn xwer’a hildin bivin, hûn me mecbûrdikin em dînê xwe bigöhêr’in”. H’eyecanblûna wan lap bi îzbatîbû, çimkî þêx Ozman göndda þêxê p’ir’anîya mirîdabû. A lema jî r’êberê ayîna dîne ij Laliþê qayîlbûn þêx Ozmanê göndê wîda bihêlin û îznê bidin, wekî ew miqatî sincaqêve. Wana xerqe li þêx Ozmanê kir û ew kirin feqîr.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button