SocietyTop

”Qörf bi h’ezara cara koronavîrûsa t’eze qezîatire”: Doxtirê ermenî h’alnivîsara hiþyarkirinê anî û t’emî dan

Armên Astvasatryanê doxtir analîza nexweþk’etina bi koronavîrûsa t’eze û vîrûsê p’ersimêye sadeye himberîhevkirinê r’aberkirin û t’emî dan, k’a çawa belqîtnevin.

Þeva r’oja le’dê Ermenîstanêda  delîva koronavîrsûa t’ezeye erêbûîye e’wil hate tênivîsarê. Pavsîênt- binelîyê cimhöryetêyî 29-salîêye, ê kö 28-ê meha sivatê t’ev jina xwe ij T’êhranê hatbû. Ew xwexa çûye ser doxtir û saglemîya wî ya baþ tê qîmetkirinê. Mêvanxana Saxkazorêye “Goldên p’êlês”-êda xewlekirinêda 31 meriv têne xweykirinê, ê kö belqîtbûyar’a k’etine nav hevsûbûnê. Diha zû  serekwezîr hîvîkir dest wê yekê t’erka Saxkazorê nedin û qörfê nekne dilê xwe, bi e’lamkirina, wekî salix derheqa wê yekêda stenedine, wekî bajar’van t’erka þeherê kûrortîyê didin. “Dermanxanê Ermenîstanêda qörfe. Niqabê doxtirîyê bêfikir bihabûne, wana binva difroþin. Em divne þe’dê diyarda, k’îjan h’ezar cara qezîatirin, ne kö koronavîrûs- qörf dik’eve dilê meriva. Angorî kovara “Lansêt’”-e ö’lmî, ij meha k’anûna pêþinda, çaxê cara pêþin koronavîrûsa t’eze hate tênivîsarê, h’etanî 1-ê meha adarê 86.987 meriv bi wê belqîtbûne, ij k’îjana 2997 meriv mirine, lê t’omerî 42597 meriv qencbûne. Yanî, 52%-ê nexweþk’etîya lap qencbûne”,- Astvasatryan gotîye.

Bi gilîyê wî, 2% mirine. “Ez hîstêrîya h’emdinîaêye vê ykêva girêdayî bêaqil h’esavdikim. T’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîyayê çed cara e’lamkir, wekî pandêmîa t’ine, r’îska wê heye, me’nî seva qörfê t’ine. Gere bê gotinê, wekî Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyîda, angorî neþirkirina dine ö’lmî, vî h’eyamîda 32 mîlîon meriv p’ersimê k’etine, 310 h’ezar meriv hatne hospîtalkirinê, 18 h’ezar meriv mirine. Yanî, mirina ij p’ersimê û pnêvmonîya dest wê kirîye 6,9%. Gere bê gotin, wekî þêmîka ÿpîdêmîayê dike 7,3%”,- Astvasatryan got.

Ewî anî bîr, wekî angorî  salixê T’eþkîleta sag’emîxweykirinêye h’emdinîyaê, par ij p’ersimê 650 h’ezar meriv mirine, ij sorikê- 150 h’ezar meriv. K’omê töriþkirinê hene, t’emenva girêdayî. H’îmlî ew merivê 60 salîyê mestirin, nexweþîyê k’îjanaye xronîk hene, cig’arek’êþin. Ewî  qirar silavkir îdarê xwendinêda karantînê bikin, da k’ivþê, wekî “diha baþe h’evsa xwe bikin”. Ewî isa jî çend t’emî dan, çawa p’ersimê nek’evin.

“H’erke hûn ij wê k’arê dik’evin, wekî tê navkirinê transporta civakî, dêmek bêy niqab ew yek  bi qezîaye.  Ew xazma seva cig’arek’êþa h’emzemnîye û seva wan, ê kö sermakirîne. H’erke hûn bêniqab mane, dêmek ne lazime niqaba bi 5 h’ezar drama (weke 10 dolara) bik’irxin, diha baþe  bîna xwe bi pozê xwe bik’þînin. H’erke cirma we heye, bi wê  xwe veþêrin. Wê demê belqîtbûn  lap kême. Lazime destê xwe bi sawûnê biþon,  þilemanîyê mexsûs nelazimin.  Nelazime dö seh’ita carekê niqaba bigöhêzin: belqît ij te’vê û mîkrovalnovkêda çend deqada dimirin”,- Astvasatryan got.

Ewî anî bîr, wekî mecala xwexweykirinêye herebaþ- xwe vaksînkirine. Ewî kire gazî bawerîya xwe qezîya berxwederxistî neynin.

“Ne lazime bitirsin: meha nîsanê hûnê derheqa vê belqîtêda bînne bîr, çawa t’a Ÿbolê”,- doxtir anî encamê.

Ew isa jî  difikre, wekî mecalê saldixdayîna t’omerî h’al nee’slî girandikin.

Pêgitrtina nexweþk’etinê, ya bi  koronavîrûsa t’eze pêþdahatî, xilazîya meha sala 2019-aye k’anana pêþin hindava Ûhana 12- mîlîonêda, þeherê Çînstana Merk’ezîêyî lap sixak’incîbûnêd,a hate tênivîsarê…. T’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîya ew bi masþtaba ort’emiletîyê qebûlkir çawa h’alê sirêder, ew wesifkir çawa ÿpîdêmîya bi govekê p’ir’hejmar. Ij sînorê Çînstanê der belqîtiûn 50 dewleta zêdetirda hatne dîharkirinê.

Çînstanêda îro hejmara qörbanê koronavîrûsa t’eze gihîþtîye 2870 meriva,  hejmara belqîtbûya 79,8 h’ezara derbaztirbûye, 41,8 h’ezara zêdetir p’akbûne.

Îran vê gavê pey Çînstanêr’a bi hejmara mirîyê dest koronavîûrsê cîyê döda digre- 43 meriv. T’omerî, welêtda 593 delîvê belqîtbûnê hatne tênivîsarê.

Nav h’evtêkê ij Îranê weke 360 meriv hatne Ermenîstanê, sifareta ermenîye li Cimhöryeta Îranêye Îslamîyê ij 19-ê meha sivatê (çaxê r’esmî derheqa delîvê e’wile belqîtbûna bi koronavîrûsêda hate e’lamkirinê), bi r’êjîma sirêder dixevte, xeta sincirî e’meldike, novedarîya miqîmî bi p’evgirêdana t’êla û ÿlêktronîêye t’emamîya r’ojê hatîye têr’adîtinê.

Li Görcistanê û Adrbêcanê bi h’esavê 1-ê meha adarê bi sê delîvê nexweþk’etina bi koronavîrûsê hatne erêkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button