PoliticsTop

Barbir, k’îjan niqitkê Mêg’rîêye derbazbûnêva derda tên, h’eta k’îlerê Komîta k’ara dîwanîda têne t’evt’îþkirinê: p’êþezan çûye T’êhranê: Wezîr

Angorî qirara h’ökömetê, k’îjan derbazbûnê sînorê Îran-Ermenîstan sînordikin, k’îjan döh k’etîye nav qewatê, t’emamîya barbira, k’îjan ij niqitka Mêg’rîêye derbazbûnê tên, bi hevr’êtîya p’êþezan û polîsê me t’opraxa CE-êda dilivin. T’emamîya t’opraxa Ermenîstanêda nisbetî avtoajoyê bajar’vanê Îranê miqatbûn tê têr’adîtinê, nav wê hejmarê- k’îlerê gömrikê Komîtêa k’ara dîwanîda h’etanî paþdaçûyîna wan. Nisbetî  avtoajoyê bajar’vanê CE miqatbûn tê têr’adîtinê- angorê warê wanî jîyînê. Derheqa vê ykêda belgê xweyî fêysbûk’îêda Arsên T’orosyanê wezîrê CE-î sag’lemîxweykirinê e’lamkirîye- bi  berdewamkirina: “Îro seva mîaserkirina miqatbûna layîqe nisbetî r’êwîyê ij Îranê bi fir’indê paþda vedger’in, bi sipartina min p’êþezanê merk’eza wezareta CE-êye sag’lemîxweykirinêye binqolkirin û t’er’ibandina nexweþîaye miletîyê çûye T’êhranê. Çaxê  siyara fir’indênda didine r’ûniþtinê ewê cîda  silametîya evê xilazîyê saxtîke, derheqa xevtandina mecalê p’arastina wanda wê e’mirke û salixa wê t’ehwîlî meke, wekî R’ewanêda t’edbîrê miqatbûna layîq mîaservin. Delîva t’inebûna gilî-gazinada nisbetî siyara miqatbûna malê wê bê têr’adîtinê, lê ê gazindar wê bêne t’êstkirinê, delîva lazimda- wê bêne hospîtalkirinê. Fir’egehêda, angorî sipartina min,  Þavarþ Grîgoryanê dewsgirtîyê min xevatê ösûldike”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button