SocietyTop

Pênc welat, k’îderê ermenîya îza bîrnekirinê hiþtîye

T’imê xweþe, çaxê welatê xerîvda tiþtekî dilovan divînî. Döbare xweþe, çaxê ew t’emamîya  mîrat’ekêye, saxî- welatê isada, wekî qey tê bêjî çî wî Ermenîstanêva girêdayî t’ine.

         Îza ermenî warê dinîaêye herebawernekirinêda hatîye xweykirinê. Herpêncê Spûtînîk Amênîaêye “welatê dûrî aqilaye” t’emsîlkirîda ÿlê ermenîaye mezin nînbûne, lê saya mîrat’a xweye t’arîxmedenyetîye hiþiîî wana navê xwe welatê dûr û derazda hiþtîye.

            Sîngapûr

            Sîngapûr þeher-dewleta serh’emzemanîye, k’îjan bi e’cêva xweye malhebûnîyê û qanûnê qeydep’arêzîêye berk’ e’yane.

            Ij ermenîya gelek h’eta nizanin, k’a pêþê wan çi mîrat’a  bi nav û nîþan vî welatîda hiþtine. T’öcarê ermenî hila hê sedsalîya 18-ada vira dîharbûne, lê ÿla ermenîaye kêmjimar pey met’îngekirina Sînapûrêr’a destpêkirîye dilqqedandina wê heve.

            Mêvanxaneke dinîaêye heree’yan- “Di r’aflês hot’êl”, Sargîsê bira darxistine. R’ojne’ma îroye heret’esîrdar- “Di st’aryt’s t’ayms”, Xaçîk Mozês destpêkirîye neþirke.

            H’eta kölîlka Sîngapûrêye miletîyê- k’evza “Vanda mîss Coakîm”, Aþxên Hovakîmyanê þînkirîye. Û eva hila hê t’emam nîne.

            E’cêvmayî nemînin, h’erke wexta seyremîþbûna “þeherê þêra”-da hûn k’ûça ermenîda dîharvin yan dêra ermenî bivînin. Saxî, H’izret Grîgor Lûsavorîç, k’îjan dêra welête xaçp’arêzîêye hereqedîme, h’esavdive heykelê miletîêyî bîranînê.

            Kolûmbîa

            Bawerbikep’er’ê t’opa dinîaêyî dinda þeherê bi navê Armênîa heye. Û ne kö t’enê þeher. Bona qedrê wedatê me isa jî cûr’ê qawêyî mexsûs tê navkirinê. Û eva- welatê Amêrîka Latînîêda, k’îderê deranîna qawê warê malhebûnêyî pêþdabire. Kolûmbîaêda mala plantasîya qawêye cidîye pêþin darxistî û deranîn destpêkirî ij Antîok’ê bû. Þeherê xilazîya sedsalîya 19-a darxistî bona bîranîna qörbanê Qir’a ermenîya “Armênîa” hatîye navkirinê.

            Îro þeher merk’eza wîlayet’a Kîndîoêye fermandarîêye, k’îjanî seva lez pêþdaçûyînê navdikin “þeherê e’cêva”. Ew, hilbet, bûma qawêva girêdayîye. Hewa neh’îyê k’omekê dide bêcerkirina cûr’ê qawêye derecebilind, a lema Armênîa isa jî “p’ayt’extê qawêye”.

            Welêtda weke 300 cûr’e qawe bêcerdikin û  hasildikin. Ij wana yek dîsa “Armênîa” tê navkirinê, û ew ze’f mexsûse, bi hejmara sînorkirî hasildive, lê sala 2012-a  cedvela xörekê qebûlkirinê sedrê Kolûmbîaêye r’esmîda hatîye wergirtinê.

            Portûgalîa

            Portûgalîaêda, himberî gele welatê din, derheqa Ermenîstanêda gelek zanin. Çawa qirar- binecî ze’f baþ haþ pê hene- ermenî k’îne. Bêy zêdekirin dikarin bêjin, wekî ew saya merivekî- Galûst Gyûlbênkyane.

            Xêratk’arîya ew ij sînorê Portûgalîayê der jî e’yankirine. Mîîrat’a p’adþê nevtê carna îht’îmal nîne bi dolara dîharkin.

            Bi wesifîye, wekî Gyûlbênkyan bi we’dê kin çûye Portûgalîayê, lê i h’etanî xilazîya e’mir maye (13 sal vira derbazkirine). Moxezana Lîsabonê ser h’îmê berevoka wîye þöxölê h’önerê hatîye daxistinê. Ewî wesyet t’eþkîlkirîye, ser h’îmê k’îjanê jî fonda wîye xweykirina berevokêye bêh’ed biqîmet hatîye e’frandinê.

            Gyûlbênkyan, ê kö medenyet û h’öner dip’arastin, dö mîlîard pênsid mîlîon dolara zêdetir fondêr’a hiþtine û salê 102 mîlîon dolar byûcê ewlekirîye.

            Bi cefê Gyûlbênkyan þeherê Portûgallîyî Oêyrasêda h’îmê înstîtûta ö’lmî hatîye danînê, k’îjan warê mîkrobîologîayê, bîotêxnologîayê û gênêtîkayêda îzger’îya derbazdike. Diha dereng navê xêratk’ar li înstîtûtê kirine.

            Bangladêþ

            Bangladêþa dûr û germda ÿla ermenî zûva t’ine, lê dêra H’izret Harût’yûne ermenî, k’îjan merk’eza Dak’k’a p’ayt’extdaye, didûmîne misafirê p’ir’hejmar  qazincke.

            Binecî dêrê navdikin “pêvabûna t’arîxêva”, çimkî  þênî derheqa ÿla gölvedayîye we’deda vira bûyîda þe’detîyê dide, dilqqedandina kîjanêye e’mrê þeherî ne kö t’enê t’öcarîyê,- lê isa jî sîasîyê û xwendinêda hebûye. Pêþtirî wê, dêra sala 1781-ê çêkirî ij þênîyê þehere hereqedîme. H’ewþa dêrêda mexber heye, li k’ö ij mermerê sipî û r’eþ 350 kevrê mezela cîwarbûyîne.

            Sala 1848-a Nîkolas Pog’os vira mek’t’eva þexsîye e’wil darxistîye, k’îjan h’etanî niha h’esavdive îdareke þeherê Qedîme herenavdare xwendinê.

            Him dêr, him mek’t’ev, him k’ûça ermenî neh’îya Armanîtolayêdanin, k’îjan ij zimanê bêngalî t’ercmekirî h’esavdike “þeherê ermenî”. Ermenîyê pêþin sedsalîya 18-ada hatne Dak’k’ayê. Ew hindikbûn, lê pirsa firotana p’arç’a, op’ûîmê, xwê û cûr’ê eþîtaye dinda bêqösûrbûn. Tê h’esavkirinê, wekî ermenîyê t’öcar ça hindî anîne vira û binecî hînî tak’sîyê “londonî” kirine.

            Ÿfîopîa

            Divek nêzîkî aqila nînve, lê h’îmna Ÿfîopîaêye miletîyê, k’îjan h’etanî sala 1992-a sewtbûye yekî ermenî nivîsîye. E’frandar Gêvorg Nalbandyanê kompozîtor û dîrîjore, ê kö  sipartin ij Haylê Salasîaê qeyser stendîye.

Sala 1924-a Gêorvg Nalbandyan çûye Orþelîmê û ij þagirtê sêwîxana patrîark’xana ermenî k’oma r’öh’anîye sazbendîyê e’firandîye. Hima e’ynî salêda Haylê Sêlasîyê 1-ê qesta Orþelîmê kirîye.

Wexta kirina e’yda dêrê ewî pêþdahatina sêwîyê ermenîye ij Qir’a ermenîya xilazbûyî h’ijmek’armayî bihîstîye.

Paþê ewî hîvî patrîark’ kirîye k’oma sazbendîyê t’esmîlî xemxörîya wîke. Patrîark’ nikarbûye nanake, pisqeyser 40 sazbendê cahil ewlednivîsîne û t’ev xwe biirne Adîs Abêbayê. Wira wana bi serk’arîya Nalbandyan k’oma qeyserîêye sazbendîyê t’eþkîlkirîye.

Bi xeverdana derheqa îza ermenîye nav t’arîxa wî welatî hiþtî- gere bidine k’ivþê, wekî sefîreyê e’wilî ij Avropayê çûyî li Ÿfîopîayê r’öh’anîkî ermenîyî bi navê Mat’êvosbû.

Ewî ij navê mala Ÿfîopîaêye qeyserîyê t’ev Portûgalîayê û Hr’omê qisekiryîe, ij dewletê avropî seva t’eþkîlkirina þer’k’arîya miqabilî dak’ötana sörmanaye sala 16-a alîk’arî hîvîkirîye.

Xölese, p’evgirêdana ermenîya û Ÿfîopîayê ya dö h’ezar sala zêdetire. Pêþê me ij sedsalîya dewra meye pêþin t’ev binelîyê welatê Afrîkaêyî dûr û deraz alvêr kirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button