PoliticsTop

R’ada Ûkraînaêda t’ivdîra dayîmkirina bîranîna qörbanê Qir’a ermenîya wê bê e’ne’nekirinê

R’ada Ûkraînaêye Herebilindda t’ivdîra qirara derheqa dayîmkirina bîranîna qörbanê Qir’a ermenîya wê bê e’ne’nekirinê. Çawa malp’er’a “AnalîtîkaÛA.nêt”-ê e’lamdike, Darya Volodîna dêpûtata firqa Ûkraînaêye “Xölama cime’tê” e’frandarî pêþdestîya qanûndarîyê kirîye. Vîlên Þatvoryanê serk’arê yektîya ermenîyê Ûkraînayê pêþdestîya  endama r’ada herebilind navkirîye gava ferz, k’îjan dide k’ivþê, wekî xwe p’êþk’êþî bîr û bawerîyê merivdostîyê, döristîyê û heqîyê kirine. Kovar tîne bîr, wekî eva nav 10 salê xilazîyê pêþdestîya qanûndarîêye çaraye. Van xilazîya Anton Polyakovê dêpûtatê firqa Ûkraînaêye “Xölama cime’tê” t’ivdîra qirara derheqa naskirina Qir’a ermenîyada tênivîsîbû. 6-ê meha sala 2013-aye h’ezîranê r’ada Herebilindda t’ivdîra qirara derheqa naskirina Qir’a ermjeîya sala 1915-a Qeyserîya osmanîêda hatbû tênivîsarê. Vîlên Þatvoryan, Arsên Avakov û Nvêr Mxît’aryanê dêpûtat pêþdestîya t’ivdîra qanûnê kiribûn. 3-ê meha sala 2015-aye nîsanê r’ada Ûkraînaêye Herebilindda t’ivdîra qirara derheqa naskirina Qir’a ermenîyada li e’ne’nekirinê hatbû danînê. Wî çaxî bi deha dêpûtat pêþdestîyêva cembibûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button