SocietyTop

P’êþanga “ProdŸk’spo-2020”-e ort’emiletîêda hevaltîya “Armênîa Wayn”-ê bi qirara jyûrîya lecê bi mêdaleke zêr’ û bi dö mêdalê zîv hatîye xelatkirinê.

Moskva p’ayt’extê Ûr’isêtêda 14-ê meha sivatê p’êþanga senaya xöreke “Prodÿk’spo 2020”-e ort’emiletîyê xilazbû, t’ev k’îjanê dibûn weke 2600 deranînçîyê ij 70 welata. Ev p’êþanga ort’emiletîêye heregir dik’eke destanîna hevalk’ar, e’ne’nekirinê pirsgiêkê  war,  hildana sûkê t’eze û xerck’arava t’emsîlkirina deranînêye herebaþe. Wexta  leca te’mkirina îç’kaye wexta p’êþangê t’eþkîlbûnê jyûrîya wek’îldaryîê- þeravk’ar, xebîr, wek’îlê yektîyê xerck’ara û lomek’ar, angorî çapnîþê ort’emiletîêye qeûlbûyî weke 800 cûr’ê eþîayê t’evbûyê lecê qîmetkirine. Goveka vê p’êþanga  þerava û îç’kê alkoholîêye ort’emiletîêye hersaleda idî  sala 8-aye, wekî þeravê ermenî bi wesifa xweye te’mêye bêqösûr göhdarî û dilê miþterîa qazincikin- bi mecbûrkirina t’imê þeravê ermenî bijbêrin. Hevaltîya «Armênîa wayn”-ê îsal jî p’êþangêda hate mêvanqebûlkirinê bi t’emsîlkirina cûr’ê þeravê xweye te’mnazik û degme, k’îjan layîqî qîmetê çawa xerck’ar, isa jî hevalk’arê ort’emiletîpêye girî bilind bû. “Hercar, bi t’emsîlkirina þeravê me li p’êþangê ort’emiletîyê, em isa jî e’detê t’arîxa þeravk’arîya Ermenîstanêye bi h’ezara salaye herebaþ t’emsîldikin- bi layîqbûna li qîmetê herîbilind. Îcar jî xevatçîyê hevaltîya me bi xelatê zêr’ek û dö zîva paþda veger’yane li Ermenîstanê. Em bi destanînê xwe k’öbarin, çimkî hevaltîya me, k’îjan bûye r’emza þeravk’arîya h’emzemanî, ne kö t’enê bi wesfa xweye te’mêye bêqösûr t’emsîlî miþterîyê p’êþangê bû, lê isa jî careke din medenyeta þerava ermenî bilind xweykir”,- K’rîstînê Vardanyana serwêra hevaltîêye komêrsîon t’omerîkir. Çawa ij hevaltîya “Armênîan wayn”-ê e’lamkirin, bi mêdala zêr’ þerava “Armênîa”-ye bala r’ewabûye, lê þerava nîvþîrine “Amênîan mûskat”-êye sipîye ij tirîyê cûr’ê Mûskat hazirbûyî û þampayna “Armênîa”-ye aravîye nîvh’iþke ij tirîyê Arênî hazirkirî layîqî mêdalê zîv bûne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button