(para 2-a)
E’slan, bi bihîstina van gilîya, dik’enîya, lê hêrsa min r’adbû.
-Tê bivî kör’ekî baþ,- beg got,- ezê te mînanî kör’ê xwe xweykim, û tê hînvî xörtvî.
-Beg, ez ewqasî tirsonek nînim, çiqasî tö difikirî,- min bi dengê bihîstinê cava xwe da.
-Wî h’emûþkî em dikarin bicêr’bînin,- ewî got,- û mecala cêr’ibandinê heye, h’espa te, wekî Mih’ê t’esmîlî þivanekî kirîye, ew ij qebîla r’ewandaye, hêsîrî, çawa soz dabû, h’esp hila hê paþda veneger’andîye. Divek temê wîyî xweykirinê heye. R’evoyê r’ewendîya ij me ne ewqasî dûr piþ ç’îyakîva diç’êrin. H’erke dil teda heye, vê deqê tê her’î û ij h’espê wan çend h’eva bînî. Sivê ewê mecbûrvin h’espa te bînbn û ya xwe bivin.
Ez ser piþdanîneke bege wa zendegirtî mam û min got:
-Mesle, em bêjin þivanekî vir’ek, bi k’arêk’etina ij dilsag’îya Mihê’, h’espa min bir û meremê wîyî paþdaveger’andinê t’ine, lê çi heqê min heye ez dewsa wî h’espa xelqê bînim?
Beg got:
-Niha hate k’ivþê, wekî tö ne kö t’enê tirsonekî, lê isa jî qeydê dinê nizanî.