PoliticsTop

Merk’eza “T’ûmo”-ye ermenîye înovasîya payîzê Bêr’lînêda wê veve- Mêrkêl

Kanslêra Almanîayê sala 2018-a R’ewanêda li merk’eza “T’ÛMO” qesidî, û idî wî çaxî ew wê xweþ hat. Merk’eza têxnologîayê T’ÛMO-êye krêatîv payîza îsalin Bêr’lînêda wê veve, Angêla Mêrkêla kanslêra Almanîayê r’oja pêþemê wexta r’asthatina t’ev Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê e’lamkir. “Sala 2018-a- wexta serdana xweye li Ermenîstanê, ez çûme merk’eza “T’ÛMO”-êye R’ewanêda û bi wê gelekî r’öh’darbûm. Me þertne’ma derheqa darxistina merk’eza hemane Almangîêda qolkir. Ewê vê payîzê Bêr’lînêda veve”,- kanslêrê e’lamkir. Merk’eza “T’ÛMO”- ew t’ivdîra Sêm û Sîlva Sîmonyanê mêr û jine, ê kö Wîlayet’ê Amêrîkayêye Yekbûyîda dijîn, ê kö Bêyrût’êda (Libnan) r’û dinê k’etine. Merk’ezê navê xwe ij xasbaxçê R’ewanêyî T’ûmo stendîye, r’ex k’îjanîda ew sala 2011-a hatîye avakirinê. “T’ÛMO”-ya Bêr’lînê dinîaêda wê bive ya h’evta. Vê gavê Ermenîstanê û Qerebag’a Ç’îada çer merk’ezê “T’ÛMO”,- R’ewanê, Gömirîyê, Dîlîcanê û Stêp’anakêrtêda, e’meldikin. Meha sala 2018-aye îlonê merk’eza “T’ÛMO” P’arîzêda vebû, meha heman salêye çirîa paþin- Beyrût’êda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button