SportTop

Gêvorg G’arîbyan gölaþgirê t’irk alt’kir û navê qeremanê Avropayê qazinckir

Gêvorg G’arîbyan, ê kö qeydê k’aþê 60 kîlogramêda pêþda tê, dikarbû mêdala zêr’e e’wil k’oma Ermenîstanêye gölaþa cûr’ê yûnanhr’omêye bijarer’a banîya, ê kö sê þer’avnîyada serîbinî qalek dabû lecvana. Fînala pêþvantîya Avropaêye gölaþêye yûnanhr’omêda Gêvorg G’arîbyan bi  fena bedew karibû avîtina 4 qalê bike, k’îjanê jî alt’indarîya gölaþgirê ermenîye nisbetî K’erem K’emalê t’irk ewlekir. Nenihêr’î h’esavê p’ate, gölaþgirê ermenî alt’indar hate e’lamkirinê. Fînal þer’k’arîya ze’f dramatîkda derbazbû, axirîya k’îjanê cebirxana Gêvorg G’arîbyane têxnîkîyê qirarkir. Avîtina çar qalê navê qeremanê Avropayê gölaþgirê ermenîr’a anî. K’emalê t’irkr’a levhat h’esav beremberke, lê delîva qalê  beremberda fena têxnîkîêye diha çetin tê h’esavhildanê, e’frandarê k’îjanî gölaþgirê mebû. Gêvorg G’arîbyan fînala 1/8-ada Avgûstîn Spasovê bilg’ar t’esmîlî alt’bûnê kir, fînala yek çarada gölaþgirê ermenî bi serdestîya aþkela, we’de zûtir nisbetî Mûrad Bazarovê adrbêcanî gihîþte alt’indarîyê. Nîvfînalêda Hîlarî  Mîcîsalûyê ÿston ber ÿrîþê gölaþgirê ermenî t’avê xwe neanî- 8:0. Em bînne bîr, wekî pêþvantîya Avropaêye gölaþgirîyê Hr’omêda 10-16-ê meha sivatê pêþda diçe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button