Înstîtûta Amêrîkaêye “Gêlap’ înt’êrnêyþinêl”-ê, k’îjan lêk’olînkirina fikira civakêva mijûldive, encamê lêpirskirina 46 welatadaye derheqa nisbetîya berva r’êberê dinîaêye sala 2019-ada belakirine. Çawa R’BK bi hinartina li salixê got’ara “Gêlap’”-êva e’lamdike, Donald T’ramp’ê sedrê Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyî, (îndêk’sa e’yanbûnê 89 niqitk), Vladîmîr Pûtînê sldrê Ûr’isêtê (84 niqitk), Angêla Mêrkêla kanslêra Almanîayê ( 77), Papê Hr’omê Fransîsk (76) û Ÿmmanûêl Makronê sedrê Fransîayê k’etne nav pênc r’êberê dinîayêye heree’yan. Angorî salixê pirsyarkirinê, Vladîmr Pûtîn sê welatada xêra heremezin ij xûnþîrinîya sê welata divîne, nav k’îjana isa jî Ermenîstan tê k’ivþkirinê. “Maþoqê serk’arê Ûr’isêtê giþta ze’ftir Qazaxistanê (85%), Sêrbîayê (85%) û Ermenstanêda (80%) hene, giþta xiravtir Ordonêda (90%), Fînlandîayê (85%) û Korêa Ce’nûbêda (81%) nisbetî wî divin. Li Wîlayet’ê Amêrîkayêye Yekbûyî û Almanîayê 70%-ê jêpirskirîya bi neyênî nisbetî Pûtîn divin, li Brîtanîa Mezin- 75%”,- kovar e’lamdike. T’omerî 36%-ê jêpirskirîya bi xûnþîrinî nisbetî sedrê Ûr’isêtê divin, li Donald T’ramp’- 31%, li Mêrkêlê- 46%, li Makron- 40%. Fransîskê papê Hr’omê bûye r’êberê dinîaêyî herî nav û deng. 53%-ê jêpirsyarkirîya bi erênî nisbetî wî divin.
Related Articles
Ij 22-ê meha gölanê 22-ê meha tîrmehê t’eþhîrkirina p’êþk’êþî 100-salîya Þar’l Aznavûr bûyî wê biqewime
25.04.2024, 17:25
Erdog’an bi gilîyê 24-ê meha nîsanêyî înk’arkirina döristîyê 1915-aye t’arîxîyî bi sirê pêþda hatîye
25.04.2024, 14:04
Dêpartamênta WAY-ye dîwanî bi gotarê delîvê t’er’ibandinê heqê mêrive hindava Adrbêcanêda tênivîsîye
25.04.2024, 13:03
Ьса жи сахтикьн
Close