Society

miqala Fîlîp Krêyênbrûke “K’itêva pîroz. Ÿzdîtî- qirarê wêye e’rdê û e’detê têk’sta”

K’itêva Pîroz(para 2-a)

Lêbelê, h’etanî dinîya ö’lmî pêr’a gîhand xwe bispêre van dîharkirinê t’esîrkirinê, miqale dîharbû, k’îjanê de’w t’emamîya t’exmîna kir, ê  derheqa t’êkstada kirî. Vê miqalêda Alfons Mîngana branîna derheqa wê yekêda înk’arkir, wekî þaxê “k’itêvê pîroz”-e e’rebî Îsak xevatê Bartêllîne, yan p’ar e’detê bîblîêye qedîm ij xwe t’emsîldikin. Ewî t’exmînkir, wekî e’frandarê van têk’sta Îêrêmîya Þamr bûye. Mîngana da k’ivþê, wekî t’ö îzbatîke wê yekê t’ine, wekî nösxê têk’sta h’etanî zemanê Þamr hebûne. Ewî isa jî erêdikir, wekî, çimkî îzna her t’enê maleke ÿzlîya hebû bixûne û binivîse, dikarbûn ç’e’vnihêr’îbûna, wekî ewê bin qolê wê malêdavin. Pêþtirî wê, h’erke  wan k’itêva dilqê e’detî e’mrê ÿlêyî ayîna dînda lîstine, dikarbûn hîvîdarbûna, wekî ewê citme’tî hine delîvada bêne xwendinê, çawa wexta berevbûna hersale. Pêþtirî wê, çimkî ÿzdî, meh’medî û xaçp’arêz çarde sedsalîya r’ex hev  jîne, Mîngana t’exmînkirîye, wekî endamê ÿlê din, dereceke dinda, tiþte wê bibihîstana, h’erke k’itêvê isa hebûyana.

Paþê Mîngana hine erêkirinê têk’stada destnîþankirin, k’îjan  kêm nêzîkî aqila dikin, wekî ew h’etanî destpêbûna sedsalîya bîstî hatne nivîsarê, û li demê fîlologîyê, k’îjana, bi fikira wî, t’exmîndikirin, wekî têk’st þaxê e’rebî hindava merivekîda hatne nivîsarê, ê kö bi zimanê þamî fikirîye, zimanê Îêrêmîya Þamîrî pêþin. Çi dimîne seva dîharkirina Anastazî, dêmek Mîngana r’astîya niqitkê baþq-baþqeye nav serhatîya r’öh’anîyê derheqa vê dîharkirinêda kire bin þikê. Paþê ewî got, wekî ne ewî, ne met’ran Andrûs, hevalê ÿla ÿzdîaye qedîm, karibû her erêkirineke mewcûdîya van k’itêva bivîne, û wekî mîrê ÿzdîya bi delîlî ö’lmê derheqa wanêda înk’arkir. Mîngana isa jî nikarbû t’ö me’nîke dine mînanî r’astîyê bivîne, çima ÿzdîya gere k’itêvê xweye pîroz t’ercmeyî zimanê e’rebî bikirana, çima k’itêvê isa gere neh’îya Cêbêl Þengalêda bêne xweykirinê, lê ne kö merk’eza pêþdahatina ayîna dînîye qebûlkirî, çawa Baþîkayê yan Behzanêda, yan çima têk’stê þaxê baþqe-baþqe gere þaxê wî cûr’eyî bidine k’ivþê, ê li vira dîtî. Hebûna elîfba nee’yan, ya t’ö elîfbekêva girênedayî, ya vê neh’îêda dihate xevtandinê, seva wî ya kêm bawerkirinêbû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button