SocietyTop

Pêþdabirina e’mrê ÿzdîayî ayînî

Ÿst’êr Sp’at’.

Sînkrêtîzm.

Aspêkteke t’esîra ÿrîþkirina Dewleta îslamîêye ser e’mrê  nav ÿla ÿzdîayî ayînî heye, k’îjan, îht’îmale, anîna bîr qazincdike: “Sînkrêtîzma höndör’e” zevtkirinêda. Nenihêr’î koma wane t’omerî û p’evgirêdana miqîmîye kêm yan zêde, dewir û zemana ev herdö ÿl e’rf û e’detê xweye arizîye mexsûs r’êkpêkkirin. Lêbelê bi destê zorê t’evhevkirina van herdö k’oma dikare axirsongî bigihîne wê yekê, wekî e’rf û e’detê hevdö qebûlkin, bi dewlemendkirina e’mrê xweyî ayîna dîn û bi dayîna tevekê t’eze li wî e’mrî. Eva isa jî ÿzdîya mecbûrdike serwextvin, k’a e’detê wane arizî çiqasî p’ir’cûr’ene. Van dehesalîyê xilazîyê pêvajoya ösûlkirina Nivîsara Pîroz û r’ik’inkirina  xwendina ayîna dîn mek’t’evada, bi berdana k’itêvê civyayî t’amkirî, bere-bere gîhandine axirsongî  yekkirina e’detê berê p’ir’cûr’e û qebûlkirina fikra derheqa wê yekêda wekî gere “cûr’ê” têk’sta, r’ê-r’izma û e’ydaye “r’ast”  heve. We’dê wa naskirina  cêr’ibandina k’ese naskirina cödabûnê baþqe-baþqe dikare t’esîra mezin ser wê yekê bihêle, k’a ÿzdî derheqa ola xweda çawa difikirin, û dikare beranîna sadekirî beremberke, bi k’itêva ber anî (lê van xilazîya isa jî bi berne’mê dûrdîtinokê)-ye derheqa dînê ÿzdîyada.

Cödabûneke dine balk’êþe navbera  wê yekêda, k’a e’yd Þengalê û neh’îêda çawa têne kirinê, nisbetî neangorbûna navbera sîkla feqîraye e’yda û  sîkla ê mayîne e’ydada. Feqîr e’wil merivê olî bûne, yan meriv, ê kö qirarkirine bi e’mrê dewrêþtîyê bijîn. Lêbelê, nav  sedsalîya 19-a feqîr Þengalêda wergöhêzî civakeke mexsûs bûn, ya bi e’sasê qebîla t’eþkîlbûyî. R’aste ew idî h’esavnavin merivê olî (xêncî ewê kêmjimar, ê kö r’ê têr’a divînin xerqe ber xwekin û bi e’mrê dewreþtîyê bijîn), feqîr nav e’mrê  ayîna dîn hila hê dereca  mexsûs mijûldikin. T’emamîya mêra r’ûdanê xweydikin, çawa ÿzdîyê olî, lê feqîrê e’mir mezin r’ojê dö cara döa’ dikin. Berê nav feqîrê Þengalê gele qewlbêj hebûn, wî çaxî çaxê ê din (çawa  mêr, isa jî jin) gele döa’ bona qenckirina nexweþîyê baþqe-baþqe, zanibûn. Feqîr isa jî r’ojnîþa xweye e’ydaye arizî xweydikin. Hine e’yd (mesele, e’yda Þêx Alê Þemsa) her t’enê bal feqîra hene, lê diha e’cêve, wekî bi me’nîke idî bîrneanînê feqîr t’emamîya e’yda h’evtêkê berî ê din dikin. Ev delîl, derheqa k’îjanêda p’ir’anîya ÿzdîya, ê kö neh’îêda dimînin, berê nizanbûn, çimkî p’ir’anîya feqîra vê gavê Þengalêda dijîn. Bihara sala 2015-a gele binelîyê cî bûne þe’dê wê yekê, k’a feqîr Sala t’eze çawa xweþ didine k’ivþê: berî Sala t’eze diçne ber Laliþê, paþê r’oja Sala t’eze ser mezelê wan þînê dikin, ê kö pey r’eva ij Þengalê mirine û li mezelê cîda hatne h’edkirinê, pezekê qörbandikin, seva mala giran firavîna e’ydê datînin, lê isa jî- h’evtêkê pêþda, mêvana bi xwestina xêrêye Sala t’ezeva girêdayî qebûldikin. Xût isa jî h’evtêkê berî wê yekê, çawa binelîyê cî e’yda Ÿzîd  yan bêlinde dane k’ivþê, malê feqîra bi cûr’ê layîq çûne ser mezela, wekî wira hine nanê e’ydê bixön yan agir dadin. Isa jî, hinek ij van malê feqîra van delîvada hindava xêrxwez û qewmê xweye cî hatne ver’êkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button