SocietyTop

Dengvedana keç’ê Þengalê (Hevjîn E’zîz)

        Dengvedan teva

            Tö li ç’îayê Þengalêye pîroz r’û dinê k’etî û mêrgê dewlmend û deþtê colanê þaristanîêye xweþ mîrat’girtinê. Tö gere li baxçê xweyî cinetîda bi e’mrekî dirêj bimay, bi bayê t’îmarkirina desta û p’or’-gölîyê te’vê, bi debirkirina e’mir, k’îjan h’ezar salîye. Lê hûn ÿp’êce cahilbûn, wekî bizanvin, wekî carekê e’wrê r’eþe e’ynatê wet’enê we wê wêrankin,  telaþê r’eþ, ê bi xayîntîya bi destê badayî anîhatî. Ew, bi bîr-bawerîyê wane te’rî û dilê diha ze’f r’eþ, bi a’cbûna agrê weyî dayîm gör’ t’ijebûyî, t’emzaya weye bêserobn. Ewana hatn te biger’in. Wekî te bikine hêsîr, û meriva t’irê, h’eta Xwedl wê r’ojê xwe ker’kir, çaxê ew hatne pey te… Niha tö t’ineyî, û meriva t’irê, wekî her t’enê dengvedana te heye. Tö hila hê  meh’ela mala xweda dengvedidî, niha tewyayî nav hîvîdarîya paþdahatina xweye bêxilazbûn. Tö mala xweye ç’îêye we’dekî gölvedayîda dengvedidî, wekî niha nav melûlîya zivistanêye bixilazbûn zerbûye. Û hûn isa h’izkirîbûn, wekî bile niha ç’îayê h’izkirî seva we digrîn, bêxilazbûn wek’ilandina navê we nav ger’a nîþana we, çawa deþtê bêserobin derdik’evne miqabilî yazîya ç’îyada. Ew gazî we dikin, ç’îa, deþt, k’ûçê we. H’eta kölîlk, k’îjan ij  melûlîya mêrgê nefetisî netirsyane, wexta ger’-dîtina te berê xwe dane her alîya. Ew gazî berva te dikin.  Ew gazî berva we dikin, ew  bêxilazbûn ç’e’vnihêr’î wene, bi hîvîdarîya paþdahatina te. Ew gazina dikin, bi sebirkibrina, h’etanî p’ara mervaêye mayîn nav ker’-lalîya xweye nemervayê bemire. Ew gazî we dikin, gazî ç’îa, mêrg, k’ûçê we dikin. Û ewê dayîm ç’e’vnihêr’î r’oja Tevin, çaxê tö veger’î h’emêzê wane xûnþîrin. P’êþk’êþî t’emamîya keç’ û jinê ÿzdîya dive, ê kö t’ö wexta wê paþda veneger’ne malê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button