Sêrbîayê bive welatê 64-a, t’ev k’îjanî hevr’aqayîlne’mê Ermenîstanêye îzinne’ma bêy derdahatinêye döalî hene. Bajar’vanê Sêrbîayê bêy îzinne’ma derdahtinê dikarin bêne Ermjnîstanê û nîv salî Ermenîstanêda bimînin. Qirar r’ûniþtina h’ökömetêye îroda qebûlbû. “Meremê qirarêye döalîtîya eleqetê herdö welata pirsa r’êjîma vîzada meh’kembinivîsin, eva isa jî gaveke pirsa ewlekirina cîlipata bajar’vanê CE-êye aza- mîaserkirina sîasîya h’ökömetêda”,- wexta t’emsîlkirina t’ivdîra qirarê Avêt Adonsê dewsgirtîyê wezîrê CE-yî k’arê der got. Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE jî got, wekî ev qirarê helana bide isa jî çapikkirina cîgöhastinê hewêye navbera herdö welatada. Qirarê 10 r’oja pey belakirina r’esmîr’a bik’eve nav qewatê. Em bidine k’ivþê, wekî bajar’vanê CE idî bêy îzinne’ma derdaçûyînê diçne Sêrbîayê. Ew qirar h’ökömeta Sêrbîayê 25-ê meha sala 2019-aye çirîa pêþin qebûlkiribû. Heqê bajar’vanê CE jî heye nîv salî t’opraxa Sêrbîaêda bimînin. Em bidine k’ivþê, wekî hevr’aqayîlne’mê Ermenîstanêye bêy îzinne’ma derdaçûyînêye döalîye t’ev 63 welata hene.
Related Articles
Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan dê di 24ê Nîsanê de ji hemû ziyaretvanan re vekirî be
23.04.2024, 21:02
Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan tundiya li dijî Ermeniyên Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve bi kûrahî lêkolîn dike
23.04.2024, 20:17
Ьса жи сахтикьн
Close