Culture

“R’ojne’me û kovarê ermenî derheqa ÿzdîyada”

Lê k’a çima ÿzdî ne kö bi milet, lê bi t’erîqetê têne naskirinê, me’nîye  cöda, mexsûs heye, wekî ij cûr’ê xeysetê  t’erîqetê balk’êþe. Em ferz h’esavdikin nitirandlina wê t’erîqetê bidin û paþê derbazî xeysetê wêyî miletîyêvin, wekî alîyê wîyî qîmetkirinê hene.

          Çawa me nav pêþxevera xweda got, R’ohlat- colan seva bîr û bawerîyê ayîna dîn û mezelê dîn û îmana, qewat û xilazbûna mileta, çawa peyhatina þer’ê ayîna dîn û mileta, t’ev xelqê û wek’îlekî ÿzdîya heye, Þengal, angorî t’arîqnasê ecnebî, seva ÿzdîya bûye sit’ar, wekî bi sedsalîya serbestîya wane k’amil hebûye û çawa ÿla t’omerî meþandinê debirîne.

           Niha  bi t’emaþnekirina pêþdahatina xweye þaxê ÿlaye baþqe-baþqe, her t’enê p’evgirêdana ayîna dîn: e’bûbetkibrina «Melek’ Daûs”-e, wekî t’emam heva girêdane, çawa miletek û ewledê bawerîkê. “Melek’ daûs” h’esavdive melek-Xwedê: Melik’– melek, û Daûs:- Dîos, çawa xaçp’arêza Meriv-Xweldê yan Xedêmeriv naskirine, isa jî ÿzdî melek-Xwedê e’bûbetdikin, wekî tê navkirinê “Melek’-daûs”.

          Ÿzdîyê Sincarê, bi zimanê cime’tê gotî Þengalê, difikirin, wekî “Melik’ daûs”- gote “Xedê dilr’e’m”:  ez jî hink’ûfî teme. Û- ewî jî bi hildana xwelîyê ij e’rdê, h’er’î-gil çêkir, û bi p’ifkirina r’öh’ meriv e’firand, ÿzdîyê ij k’îjanî pêþdahatî, û xwedêgiravî  nisilê ÿzdîaye ij wê e’frandinê pêþdahatî.

          Ÿzdî dest vê e’bûbetkirina dûrî aqila, hindava bîr û bawerîyê ayîna dîn qebûlkirîye dinda, dihatne zêrandinê, a lema jî bîr û bawerîya xwe vedþartin  û derheqa wanda qet xevernedidan.

          Ÿzdîyê r’ewþanbîr hebûne, ê kö bi dilovanîya mezin ermenîyava girêdayîbûne, mecal dane p’areke wan sör’a serwextvin. Isa jî mîsîonêrê R’ohlatê û r’êwî misafirê avropî ce’dandine wana lêk’olînkin.

          Ÿzdî e’sasê k’itêvê xwedênasê “Xwedê  r’eh’mean”-e pîroze e’bûbetkirinê h’esavdikin bêment’eq, çaxê ew “Xwedê þer’”- dijmin nasdikin. Ÿzdî dertên himberî wê yekê.

          “Xeedêk (Xwedê r’eh’eman), wekî tê naskirinê lap mezin û bêh’ed qadir, çawa dikare dijminê wî heve, û çawa dikare ewqasî p’exîlve, wekî t’imê t’ev neyarê xwe þer’ke, seva h’ökömê xwedêtîyê, û divek Xwedê xweyê zoraya bêh’ed dikare neyarê wî heve, seva k’îjanî mecbûrve þer’ke, wekî h’ökömeta xwedêtîyê ij destê wî neyê derxistinê. Û çawa Melek’ Daûs, wekî bi zimanê xelqê wekî din tê navkirinê, çawa xwedêgiravî yekî berember, û dijmin, hindava “Xwedê r’e’mda” tê zêrandinê, wekî peyr’evê dîn û îmanê cûr’e-cûr’e e’bûbetdikin.

          Ew herdö Xwedê “Xêrê û þêr’” jî berember h’esavdikin û difikirin, wekî herda jî gere e’bûbetkin çawa dö  zorayê xwedêtîyê. Ÿzdî bawerin, wekî þer’ê herdö Xweda bawerbike ê dayîmbûye,  alt’indarî û alt’bûn hila hê  ne safî mane, û þer’ carna bi alît’indarîya xwedê Xêrê, carna- Þêr’ didûme. A lema jî ne cayîze- yekî bip’arêzin, ê din- bihêlin.

          “Melik’ daûs” seva wan h’esavdive “Xödanê e’mir, agir û nûr, fikir yan r’öh’ê pîroz. Çawa lêk’olînvan divêjin, ÿzdî bedenkirina wan bi teyredeke-fir’indeke bi serê dîka- P’yûnîk, r’aberdikin, ser þemdanekê danî, sev ae’bûbetkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button