PoliticsTop

P’aþînyanê bive serk’arê Ermenîstanêyî pêþin, ê kö wê qesta Nîdêrlanda bike

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê nav sala 2020-î wê her’e Nîdêrlanda, Zohrab Mnasakanyanê wezîrê k’arê der wexta qisa çapgerîêye t’ev Stêf Blokê hevalk’arê nîdêrlandîye çapgerîyê e’lamkir. “Ij dema erêkirina eleqetê sîasîyê evê bive serdana serk’arê welête pêþin li Nîdêrlanda”,- ewî got. Bi k’ivþkirina, wekî hevalk’arê nîdarlandî berî vekirina sifareta Nîdêrlandaye li Ermenîsoanê hatîye, Mnasakanyan binxetkir, wekî eleqet û hevk’arîya navbera herdö welatada derk’etine li sirîya t’eze. Eva qewmandina nebînayîye, wekî meqameta qanûndarîyê qirarkirîye bi pêþdanîna vekirina sifaretê qesta h’ökömetê kirîye. Nav eleqetê döalî evê belgê t’eze veke”,- ewî got. Sirîya xweda Blok ferztîya hevk’arîya navbera herdö welatadaye govekê Hevr’aqayîlîya derheqa hevalk’arîya h’emt’omerî û berfirebûîye navbera Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda binxetkir.Bi dayîna cava pirsa derheqa semt’girîya Amstêrdamêye bona pirsa azayîkirina r’êjîma Yektîya Avropaêye vîzaye t’ev Ermenîstanê, ewî da k’ivþê, wekî vê qonaxêda ewê gere encomana Avropayê qîmetke, lê h’ökömeta Nîdêrlanda vê semt’girîyê wê bide ber h’esava»,- ewî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button