SocietyTop

Ij k’itêva E’rebê Þemoye “Jîyîna bextewar” bibihên p’ara “R’EV”(п҆ара 1-е)

          Cahilê göndê R’esûl ag’a hîvîya “r’ûvî” bûn, derk’etine ser xanîya li r’ya göndê E’vdila begê dinihêr’în.

          Qeyde û e’detê e’þîrê wa bû: k’ê de’wat bikira, wextê her’in bûkê bînin, gerekê ji mala ze’vê merîk biçûya mala  bavê bûkê, cav bida wana, wekî îro siyarê bûkê wê bên. Ew merî gerekê ösa her’e, wekî kesek wî nevîne (wî merîr’a divên “r’ûvî”), têk’eve mala bavê bûkê, lê wekî “r’ûvî” ber dêrî bivînin, derva bivînin, avê serda dikin, sevetê dikine sêrî, davêne nava h’er’îyê, yanê cêr’ didine piþtê, merîya didine ser, çawa qerewil, diþînin ji kanîyê cêr’e av bîne…

          Lema wî merîr’a divên “r’ûvî”. Ew mêr gerekê ösa delk’ û fesal her’e, wekî kesek wî derva nevîne, lê hema kö “r’ûvî” lingê xwe avîte piþ þêmîkê, îdî heqê kesekî t’öne jê xeverde, cahil û jin t’op divin, laqirdîya dikin, pêþk’êþa wî didinêda.

          Mala E’vdila begê k’ar dikir “r’ûvî” biþînin, lê kesekî töröþ nedikir biçûya. E’vdila begê þande pey Sertîvê nevîyê E’merîkê, wekî wî biþîne, lê Sertîv neçû, çimkö E’vdila begê t’opayê xwe bela kiribû her li dewletîya, mêvanê E’vdila begê giþk dewletî bûn, nav wanda k’esîv t’önebû, her Xödêda bû, ew jî gazî kiribûnê, çawa merîkî e’yan û mêrxas.

          Ze’va Sadiq beg bû, r’ûniþtibû li oda ç’ûk, delak serê wî þax-þaxî kör’kiribû, çêkiribû, mînanî bostana, heval û hogirê wî dihatin, her yekî p’ere didan, serê wî didane kör’kirinê. Biraze’vê wî jî dara ze’vê diniqiþand, hazir dikir. Wext serê Sadiq begê kör’kirin, desteþo anîn, av li desta kirin, ewî serç’e’vê xwe þûþt, ç’ek û r’ih’alê xwe xwekirin, k’olosê ji t’ivtika sipî çêkirî þe’r-þimaqîyada xemilandî anîn dane sêrî. Sadiq beg bi e’detê ÿla sîpka bû “p’adþa”, ser doþekê r’ûniþtibû. Mêrek anîn, ji hirîya sipî qerqaþ, jêr’a simêl-r’ûyê dirêj çêkirin. Ew bû “qazî”. Mêrek jî anîn, k’incê jina lêkirin, k’ofî dane sêrî, xêlî avîtine ser ç’e’vê wî. Ew jî bû jina qazî. Wanr’a digotin “K’ose-geldî”. Lê k’ose-geldî çi laqirdî bikira, gerekê kesek nexeyîdîya. Çar merî k’incê ersewila xwekiribûn, ber Sadiq begê sekinîbûn.Çawa me got, ze’va kö r’ûniþt ser doþeka xwe, tê h’esavê p’adþê ser t’ext r’ûniþtî. Kör’ê bega, ag’elera, t’or’ina û dewletîya dora Sadiq begê girtibûn, k’êf dikirin.

          R’aste, payîz bû, lê hewa xweþ bû, germê îda nediqijiland.  Qaz, qöling û teyr–töyê mayîn zûda fir’îbûn, çûbûne welatê germ. Ber’îyê. Mêþ-mor kêm bibûn. Payîzê, çawa e’yane, k’êfa  î’sanet xweþe, giþke þane: kevanî þadivin bona hasilgirtina r’ind, malxê mala þadivin, wekî nan dirûne, k’ötane, kirine ç’e’la, zimêr’ê wan heye, þivan jî þadivin, wekî beran berdan nêzîk dive, wê heqê xwe silametî bivin, mal, îdarê xwe û îdarê zar’ê xwe pê bikin. Lê ew þaya kö îro li vira dikirin, þaya h’emû kesî nînbû, her þaya bega û dewletîya bû…

          E’vdila begê E’lîyê Simo þandibû mala R’esûl ag’a, çawa “r’ûvî”, wekî cavê bide R’esûl ag’a: sivê siyarê bûkê wê bên. Cahilê göndê R’esûl ag’a derdik’tine serê xanîya, li r’iya r’ûvî dinihêr’în, wekî bigrin. Lê E’lî delk’ bû, ew wê r’êda neçû, çû r’iya göndekî mayînr’a, hat, wana hew nihêr’î E’lî li ber þêmîkêye, h’eta bezîn wî bigrin,  E’lî çû höndör’ê malê. Jina, cahila dora E’lî girtin, dik’enîyan, e’ferimî didane wî, wekî ew ösa delk’ û fesal hate mal. E’lî cav da R’esûl ag’a, wekî sivê sîyarê bûkê wê bên. R’esûl ag’a ji E’lî pirsî: “Çiqas sîyarê bên”. E’lî got: “Sêsid sîyar hema merîyê derekene, xênji merîê gönd”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button