Doxtirê e’slê xweda ermenî, ê kö Frannsîaêda dijî, isa jî merk’eza R’ewanêye “Naîrî”-ye doxtirîêda h’îmê p’ara werimnasîyê danîye. “Haykakan jamanak” (“We’dê ermenî”) dinivîsee, wekî Gêvorg Abgaryanê e’silermenîyî ij Fransîayê k’arê xwe dike havînê malêva jîyîna miqîmî Ermenîstanêda darxe. “Qirara cîgöhastina ij P’arîzê li R’ewanê wana pey înglaba qedîfeyîr’a derxistîye. Doxtir, saxî, sirîya înglabêda k’öxika Nîkol P’aþînyanê serekwezîr qenckirîye, wekî p’êþezana we’dektî dirêj nikarbûna “alt’kira”,- e’lakirina mecalê salixdayînê k’ivþbûîye. Tê k’ivþkirinê, wekî Abgaryan cara pêþin pey e’rdh’eja 88-ar’a hatîye Ermenîstanê- p’êþeva girêdayî. Lê carekêva ser wet’en bengîbûye. Ew h’etanî îro meh’kem t’ev doxtrê cî dik’eve nav hevk’arîyê, isa jî merk’eza R’ewanêye “Naîrî”-êye doxtirîêda h’îmê p’ara werimnasîyê danîye. Em bînne bîr, wekî pey înglaba savla 2018-ar’a Nîkol P’aþînyan dest çend r’oja derbazkirina derva û sermakirinê we’dekî dirêj dik’öxîya, k’îjan, angorî salixê çapgerîyêda belabûyî Gêvorg Abgaryanê doxtirê fransizî e’silermenî qenckirîye.
Related Articles
Ij 22-ê meha gölanê 22-ê meha tîrmehê t’eþhîrkirina p’êþk’êþî 100-salîya Þar’l Aznavûr bûyî wê biqewime
25.04.2024, 17:25
Erdog’an bi gilîyê 24-ê meha nîsanêyî înk’arkirina döristîyê 1915-aye t’arîxîyî bi sirê pêþda hatîye
25.04.2024, 14:04
Dêpartamênta WAY-ye dîwanî bi gotarê delîvê t’er’ibandinê heqê mêrive hindava Adrbêcanêda tênivîsîye
25.04.2024, 13:03
Ьса жи сахтикьн
Close