SocietyTop

Xewa merivê qir’dîtî çetin bê (p’ara 2-a)

Pey wê yekêr’a çaxê k’omê ew t’inê hiþtin, wana derî þikênand û  û p’ara çadirgehêye piþva r’evîn. Paþê ew gihîþte h’eylo Brîtanîa Mezin, barbirêda, qöt’îya ç’ûke bona xweykirinêda, k’îjanêda, bi gilîyê wî, her t’enê zar’ek dikarbû fesal cîwarbûya. Ewî ew valakir, k’ete wê û careke din höndör’va  bi zeliqokê hevvakir. H’etanî niha çok  û girka milê min dÿþin,- ew divêje. Pey 16 seh’etar’a barbirêda ew gihîþte h’eylo Brîtanîa Mezin, wekî ew meha sala 2016-aye çirîa paþinda wire.

Wezareta k’arê höndör’ 15 me’nîyê nanakirina wî e’lamkirin, bi e’lamkirina, wekî ew dikare her’e û þeherê Îrqaêye Besrayê û Beg’dayêda, yan welatê dinda bijî. Ew tîne bîr,  wekî h’etanî þêr’ Þengalêda 90 % ÿzdî diman û her t’enê 10%  sörmanbûn. Wexta ÿrîþkirinê 10%  Dewleta îslamîyêva cembûn, û ana h’icûmî ser me kir. Çawa ez dikarim ÿlêda bijîm, çaxê ew sed selefî ij sörmanaye? Ew titþtê bûyînê nîne, lap xilazî bi p’isîxologî.

Ê qir’ dîtî çetin bikarve r’azê. Tö herþev qir’ê dijîy û wê yekê, k’a me çawa merivê xwe indakirin. Bi p’isîxologî ew çetine, ewî got.

H’etanî wê yekê ez ser t’inebûna t’evbûna welatê r’oavayê zendegirtî dimam, çaxê DÎ dak’ota li þeherê wî. H’ökömê wanî ter’ikî heye, t’emamîya  wan ordîya, fir’inda  wana bile her’ne hewara wan jina, ê kö bûne hêsîrê DÎ,- ew þirrovedike. Niha ew dîsa dest piþtgirtina cime’ta wîye hindava h’ökömeta brîtanîda p’oþman bûye. Ew melûl h’esavdike, wekî h’ökömet p’era dide h’ökömeta K’ördistanêye neh’îyê û h’ökömeta Îraqê seva p’arastina ÿzdîya, dewsa wê yekê, wekî þöxölê wê k’ese cime’ta ÿzdîya k’eve. H’eta h’ökömeta Brîtanîa Mezin h’esavnake, wekî ÿzdî xwexa gere h’eyra e’mrê xwedavin, ew dike qîjîn.

Minê bixwesta, wekî h’ökömeta brîtanî gör’a meriva bikira, ê kö hindava DÎ-êda t’esmîlî peyk’etinê bûne û mecbûrbûne bihêlin bir’evin. Ez difikirim, ew bawerîya xwe qörbanîya naynin, ew serda zêdedike, bi fikirmîþbûna derheqa h’alê xweyî pey wê yekêr’a, k’a  wezareta Brîtanîa Mezine k’arê höndör’ çawa dayîna sit’arê nanakir.

Mahcor bêmalbû û heqê wîyî  xevatê t’ine. Bona wî firqî navbera wê yekêda t’ine, k’a  h’ökömetê brîtanî û îraqî çawa berbir’î wî bûne. Lê ew divêje, wekî meriv Brîtanîa Mezinda r’astî jî h’eyfin. Ê mînanî Annê dikarin bi h’ezara bivînin. Ew derheqa Ann Noronêda, serk’ara t’eþkîleta xêratk’arîyê ya dayîna alîk’arîya sirêder li ÿzdîyada xeverdide, k’îjan R’ohlata Nêzîk û Avropayêda k’omekê dide ÿzdîyê hatne cîgöhastinê. Mahcor difikire, wekî meriv Brîtannîa Mezinda h’eyf û dilovanin. Ew difikire, wekî merivê sade, lê ne kö h’ökömet sifetê Brîtanîaêyî r’ast r’aberdikin.

Pey dö sal nîvê Brîtanîa Mezinda, ew difikire, wekî ewî hine meh’kemî û bêqezîabûn dîtîye û gihîþtîye hine nêt û meremê xwe. Min idî dixwest xwe biköþta, û h’erke Annê ez nedîtama, ezê, lap nêzîkî aqilaye, vira nînbûma,  wekî niha ev yek bigota. Mahcor idî bawernake, wekî  h’ökömetê r’oavayê mêla heqê mêriv dikin. Seva wî pirs eve: h’erke h’ökömeta Brîtanîyaê vira, li Brîtanîya Mezin, bile vira piþta ÿzdîya nagre, dêmek ÿzdî çawa dikarin Îraqêda bijîn?

Salek pey wê yekêr’a derbazbûye, çaxê wezareta k’arê höndör’ hîvîkirina wîye e’wile dayîna sit’arê nanakir û e’lamî wî kir, wekî vir hada heqê wîyî ardimîya dewletê t’ine. Pey wê yekêr’a çaxê Ann  Noronayê derî ber wî vekir, bi gotina, wekî ew dikare t’ev wê bimîne, h’etanî ew qirarê nevînin, ewî p’arêzger dît û hîvîkirina t’ezeye derheqa dayîna sit’arêda da. Bawerbike deh meha þönda ew hila hê hîvîya cava wezareta k’arê höldör’e. Ew ditirse, wekî ewî dîsa wê t’exsîrkin, û tirsa wî wê tirsêye, wekî berîdanê bive þaxekî îht’îmal.

Bi gilîyê Noronê, hîvîdarê siît’arêye heman, çawa ew, bin qolê ösûla mîgarsîondanin. Ew ne kö t’enê qörbanîyê qir’êne, lê isa jî qörbanîyê ösûla meye e’k’sîmîgrasîone diha dijmintayêne,- ew divêje min.K’ivþî heye, t’ö beranîne meh’kema û wezaretêye derheqa zêrandina, cor-cefa û peyk’etinê heycarda t’ine.

Niha Mahjor hîvîya qisa xweye xilazîêye seva sit’arêye, k’îjanê meha h’ezîarnê biqewime. Îznê nadin ez bixevtim yan hînvim, ez bi p’isîxologî ze’f  dizêrim, ew divêje. Ez t’imê derheqa wê yekê, k’a çi qewimî, û isa jî derheqa ÿrîþa DÎ-êda difikirim. Ez vî h’alî herr’o t’exmîndikim, çimkî ez ferezî vira r’ûdinêm, tiþtekî nakim. “Ÿzîdî24.som” dinivîse.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button