SocietyTop

Jinka ÿzdî ç’e’vnihêr’î paþdahatina mêrê xweye

E’frandarê qinyat Lakþmî Sûmbramanyane

Zûtirekê Lêyla û mala wê li e’rebê siyarkirin û birne dîwanxanê, li k’ö e’detî þe’detne’mê  nefsê hazirdikirin. Çaxê Lêyla gihîþte wira, mêrê wê birin. Ber wê 1000 jin û qîzê ÿzdîyabûn, ê kö tirsa dilerizîn. Þer’vanê Dewleta Îslamîyê bin lûla qirmêda jin û qîz bi hejmara û nava dibirin. Berÿvarê jin û zar’ê mayî avayê ne bînfireda ser hevda civyan. Bawerbike seh’eta ÿvarêye niha þer’vanê DÎ careke din hatin. Îcar bi fenera, wekî dîna xwe bidine sifetê jinê ÿzdîya. Ew careke din t’ev jinê din ot’axeke bîntenga xweykirin, k’îderê her t’enê tîrênca r’onkayê dihate k’ivþê. Hercar merivê bi sîleh’ê r’eþ dihatin, qîz û jinê bedew dibirin. Hercar nav û t’emenê qîzaye ot’axêda dikirine cedvelê. Carekê þer’vanê Dewleta îslamîyê ew û zar’ê wê birin. Ew ij T’êl-Afarê 200 kîlomêtr dûrxistin, birne Îraqê.

Paþê ew mecbûrkirin sûka Îraqêda r’ûnê, lê paþê ew Mûsilêda firotne yekî navê wî  Mûh’emmed. Lêylayê, bi dîtina Mûh’emmed, bi dilr’eh’etî  h’izing r’ahiþt, bi fikirmîþbûna, wekî ewê wê xilazke, çimkî mala wê ew nasdikir. “Ew hevalê mala mebû. Lê ewî t’ö me’rîfetek dîharnekir”,- Lêyla tîne bîra xwe. Sê r’oja þönda ew birne sûka Reqayê, p’ayt’extê Dewleta îslamîêyî wî çaxîyî bi delîlî. Li sûkê, çaxê t’öcar  dihatne jêrê, jin mecbûrdikirin k’incê qilêrva r’ûnên, bi k’ivþkirina qîmet seva her yekê. Mûh’emmed ew firote ser merivekî ij R’eqayê. –Ew meha r’emedanêbû. Ew derheqa wan r’ojada gilîdike, çaxê ew mecbûrkirin îslamê qebûlke.

Mehekê þönda ewî merivî Lêyla firote doxtirekî. Çaxê Lêylayê  hîvîkir ewê bifroþne mala wê û ewqa p’ere bidine wî çiqasî ew bixweze, ewî t’exsîrkir. Îcar ew firotne ser e’melçîyê plastîkîyê. “ Ez t’ev wî doxtirî ij zar’ê xwe baþqebûm, malekêda, þeþ meha. Herr’o ewê k’incê zar’ê xwe diþûþt, k’incê wan digöhast û ew ot’axêda dihiþtin.

Navê wî Abdalla al-Xaþêmî bû”,- Lêyla gilîdike. Doxtir-xevatçîyê h’evsê ew t’imê dik’öta û diþöhirand. Ew isa jî we’debû, çaxê kör’ê wê þandine mek’t’eva dewleta îslamîyê û cîderecê polîsîaêye nêzîk û mecbûrdikirin dîna xwe bidine serîlêxistinê û tirsk’arîyê. Pey paþdahatina xwer’a ewî got: “Ezê te biköjim, bi nihêr’andina apê xwe û merivê din, ê kö pey îslamê nediçûn”. “Kör’ê min niha h’eyþt salîye. Lê min we’dê lapî giran bile pey wê yekêr’a dît, çaxê em xilazkirin. Kör’ê min her t’enê þikilê bi sîlih’a dik’þîne, ew me giþta, nav wê hejmarê birê mine ÿzdî, navdike bêbawer. Ew berebere, lê tê göhastinê”,- Lêyla divêje, û tîrêncê melûlîyê ser sifetê wê têne k’ivþê. Malp’er’a “Ÿzîdî24.som” e’lamdike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button