Society

Li malê wexta e’yd-e’refata: ÿzdîyê p’enaber malê Kalgarîêva cembûn

Çar zar’ê ÿzdîye p’enaber Kalgarîyêda malê xweva, pey wê yekêr’a cembûn, çaxê çar sala zêdeti hêsîrtîya DÎ-êye Îraqêdabûn. Bîndû Narûla, t’ev hevaltîya Kalgarîêye qatolîkîêye mîgrasîon, li fir’egeha Kalgarîyêbû, wekî bive þe’da hevvacembûnêye k’elgirî. ”Eva seva hatina wan we’dê lapî xweþe, wekî malê wan bikarvin t’ev wan

we’dekî xweþ derbazkin, lê paþê divek destbi xevata her t’enê t’ev p’evgirêdana wan bikin. Li vira bextewarî geleke”,- ewê got. Ÿzdî- ew kêmjimarê ayîna dîne bi medenyeta 6000 salane, wekî h’îmlî li Îraqa Þimalê dimînin. Meha sala 2014-aye t’ebaxê DÎ ÿrîþa bêîsaf bire ser ÿla ÿzdîya. T’eþkîleta miletê yekbûyî beyantî-cenewarîya ser wek’îlê kêmjimara ayîna dîn naskir qir’. Bi h’ezara meriv hatne köþtinê û hatne birinê li hêsîrtîyê. Çar kör’ik, ê kö r’oja sêþemê hatin, 11-16 salîne. “Van r’oja ewê paþda veger’ne li malê, nav cî-nivînê xwe wê r’azên, xwerina inêye çêkirî wê bixön»,- Narûlayê got. Ij sala 2017-a 292 malê ÿzdîya li Kalgarîyê û 1400-î zêdetir t’emamîya Kanadayêda cîwarbûne. Farîborz Bîrcancyan, serwêrê hevaltîya Kalagarîêye qat’olîkîêye p’enaberîyêyî sereke got, wekî nenihêr’î sawê, þipûkê, k’îjan mala dîtine û t’exmînkirine, ij wana geleka desitpêkir ij dema hatina li Kanadayê gölvedin. “H’erke himberî wî h’alîkin, k’îjanîda ew dîharbibûn, çaxê li vira qesidîn, dêmek þöxöl ze’f xweþ pêþda diçe. Fikira min ewe, wekî ew qe na r’exva tê xanê, k’a ew çiqasî meh’kemin”,- Farîborz got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button