Politics

Ermenîstan hazire t’ev WAY û Îranê hevr’axeverdanê bidûmîne, h’erke lazmaya wê heve: Armên Grîgoryan

Bi fikira Armên Grîgoryanê k’atvê þêwra Ermenîstanêye bêqezîabûnê, e’ynata eleqetê WAY-Îran-da mewcûd diçe berva neÿskalasîayê. Derheqa vê yekêda Armên Grîgoryan pey r’ûniþtina h’ökömtêr’a nav qisa t’ev r’ojne’mevana da k’ivþê. “Me göman heye, wekî van r’ojê nêzîk wê r’eh’etîya t’omerî heve. Hilbet, em t’imê k’arê xwe ya herebêt’er dikin, heynese, ez dikarim bêjim- me xevata ze’f h’ecimfire kirîye wexta boranê çawa Sûrîayê, isa jî Îranê. Dikarin bêjin- jêhatinê meye înstîtûsîonal zêdebûne, me karibûye em plana çawa cîderxistinê, isa jî plana dengvedana boranêva r’êkpêkkin, k’îjan, ez difikirim, seva ösûla meye serwêrîkirinê pêþdaçûyîna ze’f ferze. Bi h’esavê berç’e’v ij van herdö borana jêhatinê meye înstîtûsîonal diha zorbûne, û em diha safî zanin, k’a emê çi bikin”,- Grîgoryapn da k’ivþê. Bona pirsê, k’a Ermenîstan k’arê xwe dike çawa ort’eçî navbera WAY û Îranêda pêþda bê, k’atvê þêwra bêqezîabûnê got: “Þaxê heman nehatîye e’ne’nekirinê. Hilbet, xwestina me heye, wekî konflîkt bi îht’îmalî lez serr’astve, û em dilqqedandina xwe diha gelekî divînin, wekî t’ev herdö alîya jî emê hevr’axeverdana bidûmînin, h’erke lazmaya wê heve. Em seva her þaxekî hazirin- alî bikin, wekî konflîkt bi îht’îmalî milahîmve”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button