SocietyTop

Benga e’wile t’arîzî wê bidine Laliþa îbadetgeha ÿzdîya

Îbadetgeha Laliþê, warê ÿzdîayî pîrorz, bi alîk’arîya WAY-ye 500 h’ezar dolaraye fînansîyê wê bê t’ecdîdkirinê. Zanîngeha P’ênsîlvanîyaê , Civata ÿzdîaye r’öh’anîyê p’evk’etin qolkirine, angorî k’îjanê benga berêye e’wile t’arîxî wê bidine îbadetgeha Laliþê. Angorî p’evk’etinê, wekî navbera zanîngeha P’ênsîlvanîayê û Civata ÿzdîaye r’öh’anîyêda hatîye qolkirinê, t’emamîya t’ecdîdkirinê avakirinê, wekî van 50 salê xilazîyê hatne kirinê, wê bêne t’ezekirinê, bona wê yekê, wekî benga îbadtgehêye e’wile  t’arîxî bidine dasekinandinê. Îbadetgeha Laliþê ne carekê hatîye t’ezekirinê, encamêda cûr’ê wêyî e’wilî t’arîxî û cûr’ê avakirinê nehatne xweykirinê. H’ökömeta WAY seva xevata dasekinandina benga îbadetgehêye e’wil 500 h’ezar dolar baþqekirine.

Ç’e’vnihêr’îne, wekî xevata destpêkirîye bi alîk’arîya Zanîngeha P’ênsîlvanîayê, salekê wê bik’þîne. Nav xevata t’ezekirinê sê înjênêr-mihandisê ÿzdî wê alî k’oma p’êþezanê Amêrîkayê bikin. “Em dixwezin, wekî we’dê îbadetgeêyî t’arîxî dîharve. Dêmek, îbadetgeha meyê göhdarîya civakê diha gelekî bide ser xwe”,- Baba Çawîþê p’arêzgerê îbadetgehê gote “NA R’ûdaw”-ê.

Angorî qirarê, wekî navbera zanîngeha P’ênsîlvanîayê û Civata ÿzdîaye r’öh’anîyêda hatîye qolkirinê, þênîyê paþwextîêye dîwarava wê bêne dûrxistin, p’arê xiravbûne, wê bêne t’ezekirinê, kevrê h’emzemanî ij e’rdê wê bêne dûrxistinê, lê dewsa wan kevrê t’arîxî wê bêne cidanê, hine p’arê îbadetgehêye din wê bêne t’ecdîdkirinê. P’êþezanê zanîngeha P’ênsîlvanîaêye qedîmnasîyê, û sê înjênêr-mihandisê ÿzdî, wê t’ev xevata t’ecdîdkirina îbadetgeha Laliþêvin, k’îjan bin serk’arîya Civata ÿzdîaye r’öh’anîyê tê kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button