
Þikyat, k’îjan ij serê meha sala 2019-aye çirîa pêþin Îraqêda naseqir’in, derge-dîwanê vî welatî de’vdane berva wergöhastinê qanûndarîya bijartinaye bi masþtabî û kirina wergöhastina Destûra Îraqêye sala 2005-ada. Beg’dayêda Komîtê hatîye e’frandinê, k’îjanê k’ese r’êkpêkkirina van wergöhastinava mijûlve. 18 meriv k’etne nav wê, k’îjan k’ara komê Îrqaêye ÿt’nokofêsîonalîêye baþqe-baþqe- nav wê hejmarê ÿzdîya t’emsîldikin. Çar meh we’de didine t’ivdarekdîtina r’êkpêkkirina Dstûra Îraqê, pey k’îjanêr’a t’emesûkê bê derxistnê li e’ne’nekirina þêwirxanê, lê paþê- li r’êfêrêndûma h’emcime’tîyê. “Kongrêsa ÿzdîya” ne’ma r’esmî sefîreyê Cimhöryeta Îraqêyî sirêder û wek’îlî T’ifaqdarîya Ûrisêtêda þandîye. Heyder Hadîyê bi qedirr’a, k’îjanêda piþtgirtina li cime’t Îrqaê û derge-dîwanê vî welatî hatîye e’lamkirinê- seva wergöhastina Destûrê. T’eþkîleta h’emûr’isêtêye civakî isa jî hîvîdarî e’lamkirîye, wekî derge-dîwanê welêt pêþganîna wek’îlê ÿzdîayê Îraqêyî t’ek t’enêyî þêwirxanêda, maqûl Saîb Xidir, wê bidine ber h’esava.
“Kongrêsa”ÿzdîya” hindava xweda h’esavdike, wekî wexta wergöhastina Dstûrê lazime k’ivota ÿzdîaye Þêwirxana Îraqêda ij cîkî vê gavê bigihînne 5-a, çawa berê Meh’kema Îraqêye Herebilind pêþdanîn kiribû. Pêþtirî wê, pêþxevera Destûrêda, wir, li k’ö r’ayê cime’ta Îraqêye h’îmlî têne h’esavkirinê, nisbetî e’reba, k’örda û t’örkmena, tê sipartinê ÿzdîya serda zêdekin, çawa kêmjimara ÿt’nîkîyê û olîye ya wexta þer’ê miqabilî îslamîstê tirsk’ar giþta ze’ftir ziyanêk’etî.
“Kongrêsa ÿzdîyada” isa jî difikirin, wekî wexta wergöhastinê destûrî Komîtêa bi qedandina miqala Destûra Cimhöryeta Îraqêye 140-î (ev meqamet h’esavdive ya destûrî, komîtêa wezaretêye îcrakirinê û hiqûqîyê, ya angorî Qanûna 9-ê meha sala 2006-aye t’ebaxê t’eþkîlkirî), gere ij wa goitî “t’opraxê h’öcetê” înk’arke, wekî meqametê avtonomîya k’örda de’wê dikin, neh’îyê qeza Nînêvayê, ê bi ÿzdîya ak’incîbûyî- Þngal û Þêxan. Çawa “Kongrêsa ÿzdîyada” bink’ivþkirine, r’ewþa “t’opraxê h’öcetê” îznê înadin neh’îyê Îraqêye ÿzdîya pêþda her’in, cime’ta ÿzdîya dike dîla miqabilîhevbûnê qelfê Ÿrbîlê û Beg’daêye sîasîêye baþqe-baþqe.