PoliticsTop

”Dengê ÿzdîya” r’astî serwêrê bi pirsê mîgrasîayê û sit’arêye li Fransîayê hat

K’oma “ Dengê ÿzdîya” û serwêr, ê kö bona mîgrasîayê û  dayîna sit’arê cavdare,” pirsê mîgrasîayê û pêvajoya întêgrasîya malê ÿzdîya, k’îjan têne Fransîayê, û þe’detne’mê ÿzdîyê p’enaber, ê kö li Fransîayê qesidîne, e’ne’nekirin. 4-ê meha k’anûna pêþin serwêrê Dêpartamênt a bi pirsê sit’arê r’esmî k’oma “Dengê ÿzdîya”  vexwende li wezareta Fransîaêye k’arê höndör’ wexta k’îjanê k’omê pirsgirêk e’ne’nekirin, k’îjan pêvajoyê p’enaberîyê û întêgrasîaêva girêdayîne, t’ev serwêrtîya fransîye bi pirsê p’arastina heq û azayê bajar’vana e’ne’nekirine.

K’omê hazirî e’lamkir seva hevk’arîyê bi meremê baþkirina malê ÿzdîya, li malp’er’a “Dengê ÿzdîya” tê e’lamkirinê. Wexta r’asthatinê ev t’êma hatne e’n’nekirinê: Alîk’arîya p’isîxologîêye diha k’ardar li ê zêndî mayî, ê kö li Fransîayê qesidîne, bi hevk’arîya navbera wezaretê  û “Dengê ÿzdîa” bi têr’adîtina p’êla p’evgirêdanê.

E’frandina govekê sosîalîyê seva alîk’arîya bona întêgrasîya p’enabera: alîk’arîya p’evgöhastina medenyetî navbera firansiza, ÿzdîya û ÿlê p’enaberaye din û p’enaberada. T’eþkîlkirina sêmînara seva xevatçîyê sosîalîyê bi meremê hindava wanda naskirina h’alê ÿzdîyê p’enaber û praktîka pêþdabire e’frandina bergeha bêqezîya seva giþta. “Dengê ÿzdîya” r’esmî sala 2019-a hatîye darxistinê, lêbelê li alîk’arî û piþtgirtina ÿlê ÿzdîaye cîgöhastîye li Îrqaê bi e’melê sedir  û endamê wîye þexsî ij sala 2014-ada, bi girtina piþta jinê ÿzdîya, ê kö zördestîya DE’ÎÞ-ê dîtine, bi vekirina merk’eza cahila, berne’mê sag’lemîxweykirinê û  întêgrasîa li Fransîayê h’esavdivin t’ivdîrê h’îmlî, k’îjan hatne merk’ezkirinê, e’melkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button