Politics

Meh’kemê ort’eçîtîya girtina Gêvorg Kostanyan r’azîkir

Meh’kema R’ewanêye r’ayê t’omerî ort’eçîtîya Xizmetk’arîya silistîkirinêye mexsûs- derheqa girtiina Gêvorg Kostanyanê prokûrorê Ermenîstanêyî serekeyî berêda r’azîkir. Derheqa vê yekêda Mêlîk’ Sargsyanê piþtovanê wêî e’lamkirîye. Ewî daye k’ivþê, wekî ser qirarê li meh’kema vesilistîkirinê wê þikyatkin. 29-ê meha çirîa paþin nisbetî Gêvorg Kostaynyanê prokûrorê CE-êyî serekeyî berê, bi þöxölê 1-ê meha adarê çawa ê tê gönek’arkirinê wergirtî peyger’î hatbû e’lamkirinê. Xizmetk’arîya silistîkirinêye mexsûs ort’eçîtî t’emsîlî meh’kemê kiribû- nisbetî wî çawa mecala t’er’ibandinê girtinê bibijêrin. Hila hê meha îlonê bi þöxölê 1-ê meha adarê Gêvorg Kostanyan hatbû gazîkirinê li Xizmetk’arîya silistîkirinêye mexsûs. Ewî wî çaxî e’lamkiribû, wekî welatê derekedaye û çendekî þönda wê paþda veger’e. 14-ê meha sela 2006-aye adarê bi qirara serekwezîrê CE Kostanyan hatbû k’ivþkirinê dewsgirtîyê wezîrê e’daletê û ew qölix h’etanî 2-ê meha sala 2008-aye tîrmehê mijûlkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button