Alêk’sîs Ohanyanê k’arbidestê e’silermenî, h’emh’îmdarê malp’er’a “R’êddît’”-ê û hevaltîya «Înît’îalîzêd kapt’al”-êye vênçûarîyê de’wa Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE-êye- hermeh t’ehwîlkirina 10 h’ezar dramaye li fonda Ermenîstane h’emermenîke, qebûlkirîye. Derheqa vê yekêda Ohanyan t’wît’êrêda nivîsîye û daye k’ivþê, wekî ze’f ferze, wekî ev pêvajo aþkela bê kirinê û de’w li sê ermenîya jî bê kirinê, “R’adîolûr” e’lamdike. Sêrj T’ankyanê sazbendê r’ok’î dinêe’yan, dengbêjê “Sîst’êm of I down”-ê jî çend deqa pêþda t’wît’t’êrêda e’lamkirîye, wekî de’wê qebûldike û hermeh 23 dolara wê t’ehwîlî fondêke. Sêrj T’ankyan jî sirîya xweda de’w sê ermenîya- Vahê Bêrbêryan, Ÿrîk Ÿsayêlyan û Anjêla Safaryanê kirîye. Em bînne bîr, wekî döh Nîkol P’aþînyan Wexta marat’ona fonda “Ermenîstan”-e h’emermenî de’w li ermenîyê dinêe’yan- Sêrj T’ankyan, K’îm K’ardaþyanê û Alêk’sîs Ohanyan kirîye- bi k’ivþkirina, wekî h’erke 5 mîlîon ermenî nav salê 200 dolara yan 20 dalara p’êþk’êþî fondêke, bi h’esavê salewextê mîlîardek 250 mîlîon dolarê meyê hevin.
Related Articles
Ij 22-ê meha gölanê 22-ê meha tîrmehê t’eþhîrkirina p’êþk’êþî 100-salîya Þar’l Aznavûr bûyî wê biqewime
25.04.2024, 17:25
Erdog’an bi gilîyê 24-ê meha nîsanêyî înk’arkirina döristîyê 1915-aye t’arîxîyî bi sirê pêþda hatîye
25.04.2024, 14:04
Dêpartamênta WAY-ye dîwanî bi gotarê delîvê t’er’ibandinê heqê mêrive hindava Adrbêcanêda tênivîsîye
25.04.2024, 13:03
Ьса жи сахтикьн
Close