PoliticsTop

Îtalîya mot’aca pêþdabirina hevk’arîya t’ev CE-êye: sedra Sênata Îtalîayê- gotîye P’aþînyan

Serdana Nîkol P’aþîtnyanê serekwezîre r’esmîye li Cimhöryeta Îtalîayê didûme. P’ayt’extê Îtalîaêda r’asthatîina wîye e’wil t’ev Marîa Ÿlîzabêta Kazêlatîya sedra Sênata Îtalîaêbû. Çawa ij îdara serekwezîrê CE e’lamkirin, sedra Sênata Îtalîyaê daye k’ivþê, wekî Îtalîya bi balk’êþbûyî dîna xwe dide pêvajoya wergöhastinê Ermnîstanê, me’na k’îjanaye ferz seva pêþdaçûyîna  dêmokratîayê heye û hazire k’omekê bide  pêvajoya lihevhatina wan wergöhastinê welatê me, bi p’evgöhastina cêr’ibandinê. Bi gilîyê Marîa Ÿlîzabêta Kazêlatîyê- ewê k’omekê bide pêþdabirina döxeverdana çawa döalîye navbera Ermenîstanê û Îtalîaêda, isa jî goveka Yektîya Avropayêdaye k’ardar.

Ewî daye k’ivþê, wekî Sênata Îtalîayê hevr’aqayîlne’ma CE-Yektîya Avropaye hevalk’arîya h’emt’omerî û berfirebûyî erêkirîye, û t’emesûk niha t’emsîlî göhdarîya k’oþka Dêpûtata bûye. Sedra Sênata Îtalîayê isa jî  bi r’azîbûn derheqa dînamîka eleqetê Ermenîstan-Îtalîaye t’öcarîmalhebûnîyê, bi t’aybetî, van xilazîya deranînê- bi weke 30%-a zêdebûnêda xeverdaye û daye k’ivþê, wekî Îtalîya mot’ace hevk’arîya warê t’öcarîyê, binxeleqa, medenyetêda pêþda bive. Nîkol P’aþînyan tênivîsîye, wekî dereca döxeverdana Ermenîstan-Îtalîaye sîasîyê bilinde, k’îjan jî pey xwer’a pêþdaçûyîna eleqetê malhebûnîyê tîne.

Ewî t’exmînkirîye, wekî îsal warê t’öcarîya döalîda pêþvaçûyîna ÿp’êce bilind hatîye tênivîsarê, malhebûna Ermenîstanêda r’ik’inkirinê bi kapîtala îtalî zêdebûne, û göman e’lamkirîye, wekî encama serdanêda ew pêvajoyê diha çapikve. Bi gilîyê P’aþînyanê serekwezîr- Ermenîsitan sirîya wergöhastinê herecidîdaye, welat bi r’iya dêmokratkirinêda pêþda diçe, miqabilî kor’ûpsîayê þer’k’arîya r’ast tê kirinê, k’îjan jî tîne li wergöhastina h’alê malhebûnîyê.

Serk’arê h’ökömetê daye k’ivþê, wekî r’ojeva wan wergöhastinada Yektîya Avropayê hevalk’ara CE-êye h’îmlîye û r’azîbûn e’lamî Sênata Îltalîayê kirîye- seva erêkirina hevr’aqayîlne’ma CE-YA-ye hevalk’arîya H’emt’omerî û berfirebûyî û t’esmîlkirina li k’oþka Dêpûtata. Nîkol P’aþînyan binxetkirîye- berbir’îbûna Ermenîstanêye mexsûs nisbetî sera Îtalîaêye dêpûtata heye- bona qebûlkirina pêþdestîya 10-ê meha sala 2019-aye nîsanê derheqa naskirina Qir’a ermenîyada.

Serekwezîrê Ermenîstanê paþda veger’yaye li ser pirsa serr’astkirina miqabilîhevbûna QÇ’ û daye k’ivþê, wekî Ermenîstan safîkirina pirsê her t’enê bi r’iya e’dilî divîne. Sedra Sênata Îtalîayê daye k’ivþê, wekî Îtalîya bi r’iya döxeverdanê serr’astkirina miqabilîhevbûnê û cefê e’dlayêva hinartî silavdike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button