ErmEnîstanêda h’etanî xilazîya salê ç’e’vnihêr’î zêdebûna malhebûnîyêye 7%-êne: serekwezîr

Encamê îsaline malhebûnîyê didine k’ivþê, wekî e’melê h’ökömeta CE-êye mîaserkirina înglaba malhebûnîyêva hinartî e’fûbûyîne û k’ardar. Wexta r’asthatina k’oþka Amêrîkaêye t’öcarîêye CE-êydaye xilazîya salê k’êlma xweda derheqa vê yekêda Nîkol P’aþînyanê serekêwezîrê CE got. “H’ökömeta me ij r’ojê þöxölvanîa xweye pêþinda r’ojeva mîaserkirina înglaba malhebûnîêye Ermenîstanêda e’lamkirîye. Bi cehwerî, qonaxa e’wilda seva çûyîna wê r’êda me sê t’erefê h’îmlî e’lamkirine. E’wil- þer’k’arîya miqabilî kor’ûpsîayê, ê döda- hilanîna monopolîa û ê sisya- þer’k’arîya miqabilî malhebûna sîyê. E’melê meye tevekê e’wil hima vê yekêva hinartî bûne, û em dikarin têbinivîsin, wekî sala 2019-a bi encamê malhebûnîyê evê nêzîkbûnaê xwe e’fûkirîye û k’ardarîya xwe daye k’ivþê, çimkî îsal em ç’e’vnihêr’î pêþvaçûna malhebûnîêye 7%-êne. Saxî, em ç’e’vnihêr’î wê pêþvaçûyîna malhebûnîyêne- nav malhebûnê bi hebûna wergöhastinê cehwerî û hevsûkirinê. P’ara wan wergöhastinaye h’îmlî him ij hedefa meye derheqa paþwextîyêda heyî pêktîne”,- P’aþînyan got.