SocietyTop

Ermenîstanê pêþdanîn kirîye qewatê xilazk’arîyê biþîne li neh’îya Îranêye e’rdh’ejê

Pey e’rdh’eja qewîne t’opraxa Cimhöryeta Îranêye Îslamîêda tênivîsîr’a Fêlîk’s Solakyanê wezîrê h’alê sirêder t’ev E’lî Mohammad Mot’ag’îyê dewsgirtîyê sefîreyê Îranêyî CE-êda bi t’êlê qisekirîye û hîvîkirîye serxweþî û berdildahatina wî t’ehwîlî cime’ta Îranêye xêrxwez, qewmê köþtîyake, lê birîndarar’a qencbûna lez xwestîye.

Ij serwêrtîya wezareta CE-êye h’alê sirêdere salixdayînê û p’evgirêdanê t’ev civakê e’lamdikin, wekî wexta qisa bi t’êlêye t’ev E’lî Mohammad Mot’ag’î Fêlîk’s Solakyan pêþdanîn kirîye qewatê xilazk’arîyê bîþîne lo goveka belayê, lê isa jî alîk’arîya lazim bide. 8-ê meha çirîa paþin, bi we’dê cî seh’eta 2-a derbaz 47 deqe 45 km-a ij þeherê Îranêyî Ardêbîlê berva ce’nûbê e’rdh’eja bi qewata 5,9 magnîtûda bûye, dest k’îjanê köþtî û birîndar hene. E’rdh’ej isa jî þeherê olk’a CE-êye Syûnîk’êye Kapanê, Mêg’rîyê û Gorîsêda bi qewata 4 bal, þeherê Êg’êgnazorê û Vayk’êda- 3-4 bal,  þeherê Araratêyî Araratêda û R’ewanêda 3 bal hatîye t’exmînkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button