SocietyTop

“Almanîa ê i’raqî nav qir’ê seva köþtina zar’a ÿzdîya gönek’ardike”

Almanîaêda mêrekî I’raqî nav qir’ê tê gönek’arkirinê, ewî zar’a ÿzdîaye qîzîne 5 salî pê zincîrê girêdlaye û  îzin daye zar’ t’îbûna bibih’ece. Ew û jina wî bajar’vanê Almanîaêne, h’esavdivin endamê k’oma “Dewleta îslamîyê”.

          Derge-dîwanê yûnana ê i’raqî ew ver’êkirine li Almanîayê, li k’ö niha gönk’rkirina nav qir’ê, sûck’arîya miqabilî merivayê, sûck’arîyê e’skerîyê û firotana meriva r’aberî wî kirine, prokûrorê alman e’lamkirin.

          Kesê almane r’esmî ç’ekdarê (Dewleta îslamîyê) þikser e’ynîkirine çawa Taxa. Angorî qirarê welête derheqa mixfîbûnêda.

Prokûror divêjin, wekî ê þikser sala 2013-a k’etîye li cêrgê sûck’ara. Salekê þönda ewî û Cênîfêr Û.-ya bajar’vana Almanîayê hevdö stendîye û çûne neh’îyê, wekî Dewleta îslamîyêva cemvin. Sala 2015-a, k’oma cîhadîsta p’arê Sûrîayê û Îraqêda kirine bin qolê xwe, jin û mêr qîzeke ÿzdîaye 5 salî û diya wê sûka girtîyada k’irîne.

Mirin ij zêndînebûnê

Bi salixê derge-dîwanê almana, mêrik herdö ÿzdî mecbûrkirine îslamê qebûlkin û  heycar nimêjê bikin. Ew isa jî nav k’ötana dê û zar’êye bêîsaf tê gönek’arkirinê. We’dekî keç’ik nexweþk’etîye û cî-nivînê xwe qilêrkirîye. Çawa cezakirin ç’ekdarê Dewleta îslamîyê ew derva girêdaye, li k’xö ew hêdî-hêdî t’îbûna ber germa 45 derece bih’ecîye.

          Mêrik meha gölanê Yûnanstanêda hatîye girtinê û vê h’evtê ew birine Almanîayê.

          Jina ê þikser, Cênîfêr Û.-ya almane 28 salî, idî welatê xweda pêvajoya cödadane.  Çawa serbarê k’etina li cêrgê Dewleta îslamîyê, prokûror difikirin, wekî p’areke k’oma “polîsîaya exlaqê” bû, bi sozdayîna, wekî jinê din li t’opraxê zevtkirî miqatî qirarê wergirtinê û r’abûn-r’ûniþtinê divin, k’îjan hindava k’oma ÿk’strêmîstîyêda hatbûne têr’adîtinê.

Sûda Cênîfêr Û.-ê meha sala 2019-aye nîsanê Myûnxênêda destpêbû.

          “Bona tirsandinê, ya tê gönek’arkirinê avtomata Kalaþnîkov, qirme û ÿlekê bi bombê girtibû xwe”,- e’lametîya prokûratûraêye parda tê gotinê.

          Jinik çend meha þönda pey mirina zar’a ÿzdîyar’a hatye girtinê, pey cêr’ibandina sifareta Almanîaêye Ankarayêda þe’detne’ma erêkirina nefsêye t’eze bistîne. Pêþda îzin dan, wekî ew paþda veger’e li Almanîayê. Lêbelê, polîsîa almana meha sala 2018-aye h’ezîranê ew girt, çaxê ewê cêr’iband paþda veger’e li t’opraxa bin qolê Dewleta îslamîyêda.

          Prokûrorê alman ewê nav wê yekê gönek’ardikin, wekî ewê tiþte nekirîye seva xilazkirina keç’ikê, k’îjan mêrê wê köþtîye. Ew nav köþtina nefesal tê gönek’arkirinê. Cênîfêr Û. isa jî h’esavdive jina almane pêþin, ya kö seva endamtîya li Dewleta îslamîyê wê ber cavdarîya cezakirinê bisekine. H’erke ewê gögnek’ar naskin, gönê girtina h’etanî mirrinê wê bidine wê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button