SocietyTop

“Ÿzdîtî- r’izmê wêye e’rdê û e’detê têk’sta. T’emesûka diha dereng”

        Peyhatin…

          Sala 1908-Îsmaîl begê ewledê serk’arê ÿzdîaye dinyalikî, kör’ê Evdî begê, bi hîvîkirina ÿzdîyê Ermenîstanê t’emesûka h’evekî  heman t’eþkîlkir. Ev t’emesûk, k’ivþî heye, h’eyecanbûna e’frandar dîhardike, ê kö “xwestîye ÿla ÿzdîya zêndîke” û ÿlê ÿzdîyada bi wesifa r’esûlê xwenavkirî ger’yaye, bi nesîh’etkirinê, bi döa’kirinê û bi berevkirina “xêr-xêrata”. Niha emê t’êk’stê t’ercmekirî bixûnin:

1.Em bawerîya xwe Xwedêkî, xaliqê e’smên, e’rdê û t’emamîya r’öhbera tînin.

2.

3.Nivîsarê ÿzdîaye pîroz t’inene. Gilîyê Xwedê ij bav derbazî kör’ dive- angora e’detê Gilîyê e’zîm.

4.Îzna ÿzdîya t’ine cime’tê dinr’a bik’evne nav h’al-zewacê. Yanê na ewê nifir’ê Xwedê bîne li xwe.

5.Ÿzdî bi qedir gere berbir’î cime’xtê dinvin, çimkî ew t’emam angorî h’emdê Xwedê hene.

6.Ÿzdî gere  angorî qirara qölixî Xwedêkin, ê hindava… têr’adîtî. Yanê na nifir’ê Xwedê wê li wanve.

7.Ÿzdî nikare jina  ÿzdîkî dine qanûnî bir’evîne. T’ö ÿzdîk nikare alî ê jinê dir’evîne yan ya hatîye r’evandinê bikeû sit’arê bide wan. Ya hatîye r’evandinê gere paþda bê veger’andinê li mêrê xwe, lê ê r’evandîye gere bi qirarê ÿzdîya ber meh’kemê bisekine. H’erke jina r’evandî naxweze paþda veger’e mala mêrê xwe, ew gere ij ayîna dîn bê k’ûvîkirinê.

8.H’al-zewaca navbera merivê nêzîkda qedexekirîye, yanê na qirar gere wave, çawa niqitka 7-ada hatîye dstnîþankirinê.

9.Sê k’omê r’öh’anîya ÿzdîya hene: þêxê Þîxisna, þêxê Þemsa û þêxê Þêxûbek’ira. Her þêxek gere ij k’oma xwe jinê bistîne.

10P’îr ij dö k’omane: p’îrê h’esmemana û p’îrê k’rafata û ê din (heman) p’îrê Omerxalî û ê din. Her p’îrek jinê ij k’oma xwe gerenê bijbêre.

11.Heqê mirîda t’ine qîzê qölixçîyê r’öh’anîyê bistînin, her t’enê mirîda. Dema kirina sûck’arîyê mecalê berk’ têne qebûlkirinê.

12.Xwedê  dinîya h’evt r’ojada e’firand, r’oja h’evta ew r’ih’etbû. A lema jî ÿzdî gere þeþ r’oja bixevtin, lê r’oja h’evta, lê gendî r’oja þemîyê, r’ih’etvin. Ê bêqirar têne cirmekirinê. Pirsgirêka qadîye, ê hindava minda her olk’ekêda k’ivþkirî, seva kirina aktê ayîna ldîn, dîna xwe bide xweykirina vê qirarê. Qadîyê minî k’ivþkirî hindlava h’ökömetêda hatîye erêkirinê, yanî- hindava walîda. Mora her qadîkîye bi navê wî û navê neh’îya wî heye.

13.T’ö ÿzdîk nikare jina xwe cihêve, h’erke ew nikare bêaminîyê, bêît’barîyê îzbatke, lê gendî bi hazirîya lap kêm sê þe’da. Dema kirina sûck’arîyê ê gönek’ar t’esmîlî cezakirina berk’ dive.

14.H’erke ÿzdî qîzê kör’ê xwer’a nîþandike û nikare qelnê bûkê bide, ew nikare sê sala zêdetir ewê mala bavêda bihêle.

15.Selefxwerin berk’ qedexekirîye.

16.Îzin t’ine r’oja çarþxmê serê xwe biþon,  sipîç’alê xwe bigöhêzin û cî be’lgî bikin

17.Gere r’ûdana  t’irêqa heve. H’erke ew vê yekê nakin, dêmek mirîd gere wana t’irêq nasnekin û nelazime xêr-xêrata bidine wan.

18.Dizî berk’ qedexekirîye, çimkî hatîye gotinê: “destê ç’epê gere ij  þöxölê destê r’astê k’arênek’eve”. Diz gere bêne t’esmîlkirinê li derge-dîwana. Ê kö dizî stendine, gere berk’ bêne cezakirinê.

19.Ÿzdî gere heycar t’ev t’emamîya cime’ta û meriva bikevne nav eleqeta, ziyanê nedine wan û bêy haþpêhebûn malê xelqê nedine xevatê. Merivê gönek’ar nifir’ê Xwedê tîne xwe.

20.Ÿzdî gee t ‘esmîlî qanûnê welêtvin, li k’ö ew dimînin.

21.Her göndekî ÿzdîyada gere çawîþ heve, ê kö pey mirina ê ÿzdîr’a gere h’evt r’oja r’ojî bigre û ser mezelê ê mirî qewla bêje.

22.Her göndekî ÿzdîyada sê meriv bona xweykirina van qirara gere bêne k’ivþkirinê. Hêçxemîya hindava wanda  nifir’ê Xwedê wê bîne ser xwe.

23.Þöxölê p’arevekirina (hûrmûr) û cödabûnê t’esmîlî meh’kema neh’îyê divin.

24.Her ÿzdîk salê carekê xêra mirîyê xwe dide.

25.Ÿzdî gere mek’t’eva avakin û zar’ê xwe hînî ö’lm û zimana bikin.

26.Miqatbûna li mek’t’eva nisbetî pirsê exlaqî û r’öh’anîyê h’esavdive pirsgirêka qadî, ê kö  gere bi (pirsê) piþtgirtina wane madeyî mijûlve.

Ij van herdö t’emesûka ya pêþin hine qirara digihîne dereca ferzê ayîna dîn, k’îjan p’ir’anîya ÿzdîya wê h’esavkirana îdêalê mominîyê. Ya döda, bi h’eyecanbûna wê bi fe’mberîyê heman, çawa hiqûqîya ösûla ÿzdîtîyê û xwendina mek’t’evê seva zar’ê ÿzdîya, diha dûr diçe. Ew, k’ivþî heye, serwextbûna ÿzdîtîyê hindava merivekî meþûrda bi wî cûr’eyîî dîhardike, bi k’îjanê ew sedsalîya bîstîda gere bê e’melekirinê

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button