PoliticsTop

“Nadya Mûrad û Amal K’lûnî dixwezin, wekî DE’ÎÞ ber meh’kema Nyûrênbêrgê bisekine”

Jina tenik, bizdyayî, pênc sala pêþda pey  r’eva ij DE’ÎÞ-êr’a, nav xwe qewat dît serhatîya xwe gilîke û  seva cime’ta xweye ÿzdî bigihîje heqîyê. Nadya Mûradê  xelata Nobêle e’dlayê par seva cefê xweyî bona t’erkdayîna zordestîya sêk’sûalîêye bi wesifa sîlih’a þêr’, stend. Niha ewê qewata xwe t’ev Amal K’lûnîya mihamîya bi heqê mêriv kirîye yek nav þer’k’arîya wêye bona hqîya miqabilî DE’ÎÞ-ê seva sûck’arîyê wane miqabilî ÿzdîya. Ew û K’lûnîyê h’esavdarîya Skot’t’ P’êllîda dîharvin, kîjan bi berne’ma “60 deqe” roja le’dê, seh’eta 7:30 deqe hate dûre’lamkirinê.

Mûrad li nîþandayîna h’eyamê sala 2014-aye “60 dqe” dîharbû. Ew çendekî pêþda berî vê yekê hindava R’êyçêl Morxaûsê prodyûsêrê “60 deqe”-yî asosîasîabûyîda hate dîtinê,- bi jîyîna nav ÿzdîyê p’enaber, ê kö ij DÎ r’evîbûn. Bi h’ezara mêrê ÿzdîya hatne köþtinê, lê 3000 jin û qîzê ij deh salîyê zêdetir  kirine hêsîr. Mûrad qayîlbû wî çaxî t’ev P’êllî bi sifetê dadayî xeverde, bi veþartina nefsa wê ij tirsa h’eyfhildanêye miqabilî neferê mala wê, ê kö, çawa xwexa difikirî, hila hê destê DE’ÎÞ-êdabûn. Morxaûs wexta pirsqisê destê wê girtibû. Nadyayê derheqa qir’a cime’ta xweda û jinada gilîkir, k’îjan hildane û firotine li hêsîrtîya sêk’sûalîyê. Pirsqisa t’ezeda bona vê serhatîya r’oja le’dê xelatbira Nobêl bi sifetê vekirîm xeverdide.

“E’wil, þihörandin seva min û ê din e’ybeke giranbû, wekî derheqa wê yekêda bêjin”,- ew divêje P’êllî. – Çimkî ewê bima e’yb bona te, mala te û cime’ta te. Helana heremezin, k’îjanê ez mecbûrkirim xeverdim, ewbûn, ê kö  paþda man, nav wê hejmarê dê û xûþkê min. Min zanibû, k’a çi tê serê wan, ê kö hêsîrtîya DE’ÎÞ-êdanin.

R’iya wêye berva xelata Nobêl destpêbû, çaxê ew Almanîaêda çapikava cembû. Evê ew bire T’eþkîleta Miletê Yekbûyî, li k’ö ew bû sefîra bi heqê mêriv, lê paþê k’itêv nivîsî. T’MY qir’ê nasdike, k’îjdan hate serê ÿzdîya, lê gav hila hê hene, wekî meh’kemê ewlekin. K’lûnîyê soz da alî bike.

“Ez evê t’emaþedikim çawa cêr’ibandina ösûla ort’emiletîyê. Eva ewqasî ya aþkelabû, çimkî ew derheqa DE’ÎÞ-êdabû û derheqa delîva qir’êye aþkeladabû. Ewê hêsîrtîya sêk’sûalîyê çapada werdigirt, k’îjan me hana xweda nedîtîye”,- K’lûnî divêje. “Ez difikirîm, wekî h’erke T’MY vê delîvêda nikare tiþtekî bike, dêmek serdestîya heqê ort’emiletîyê berga çi digre?”.

“60 deqe” Mûrad çendekî pey wê yekêr’a paþda ver’êkire Þengalê, çaxê ewê xelata Nobêl stend. “Ewê nösxa mêdalê anî li mexberê biratîyê, li k’ö diya wê h’edkirîbû. “Balk’êþe, gelo ew (diya min) zane, wekî  min bi e’dilî derheqa mirina wê, köþtina h’erþeþ kör’ê wê û dö birazîyada xeverda”,- Mûrad divêje. “Ez difikirm, wekî h’emû tiþt, çi ez dikim, seva wê dive. Ez dixwezim, wekî ew derheqa wê yekêda bizanve, ew dikare bextewarve, çimkî dinê-a’lem îro zane, k’a DE’ÎÞ-ê çi kirîye”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button