Society

20 þandê wezîra zêdetir t’ev “DablyûCîAyT’î-2019”-ye R’ewanêda destpêbûyî divin

R’ewanêda destbi h’emcivata “DablyûCîAyT’î-2019”-eye têxonologîyaê salixdayînêy h’emdinîayê bû. Wexta vekirina p’ara “DablyûCîAyT’î-2019”-eye r’esmî Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê, Îvon Çîûnê sedrê t’ifaqa têxnologîya û xizmetk’arîya Salixdayînêye h’emdinîayê û Alêk’sandr Êsayanê sedrê û encomana “DablyûCîAyT’î-2019”-e t’eþkîldarîyê, sedrê yektîya îdarexanê têxnologîayê pêþdabir- bi xeverlanê pêþda hatin. “DablyûCîAyT’î-2019” p’êþk’êþî t’êma “Qewata merk’eznekirinê: bergeh û töriþkirin”-e. H’emcivatêda t’êma e’ne’nekirinêye h’îmlî ewe, k’a têxnologîayê salixdayînê û p’evgirêdanê çawa e’mrê me bi cûr’ê erênî û neyênî pêktînn, t’esîra wane çi cûr’eyî ser k’arê û h’alxweþîyê, gömanê û bêqezîabûnê, dêmokratîayê û merivdostîyê hene. 2500 t’evbûyê h’emcivatê zêdetir wek’îltîyê 70 welata dikin. Bona t’evbûnê 20 þandê wezîra zêdetir- bi 2000 t’evbûya zêdetir, li Ermenîstanê qesidîne. 23 þand bi serk’arîya wezîrê wara wê biqesidin, nav wê hejmarê- ij Îranê, Yûnanstanê, Libnanê, ME’Y, Görcistanê, Bilg’arîayê, R’ûmînîaê, Qazaxistanê, Ûzbêkstanê, Bangladêþê, Brazîlîayê, welatê Balît’îkayê, Malayzîayê û Ÿfîopîayê. 6-ê meha çirîa pêþin vekirina h’emcivatê bi konsêrta ter’ikî k’ivþbû, wexta k’îjanê k’oma sazbendîêye ij sazbendê 15 welata t’eþkîlbûyî- bi serk’arîya Sêrgêy Smbatyanê dîrîjorê k’oma Ermenîstanêye sîmfonîke sazbendîêye dîwanî, sazbendîya aqlê nee’slî e’firandî lêxist. H’emcivata “DablyûCîAyT’î-2019”-e têxnologîayê salixdayînêye h’emdinîayê 6-9-ê meha çirîa paþin R’ewanêda wê bê derbazkirinê. Isa jî K’îm K’ardaþyana steyrka dûrdîtionkêye dinêe’yan, Alêk’sîs Ohanyanê k’arbidestê Amêrîkaêyî ermenî û h’emh’îmdarê malp’er’a “Rêddît’”-ê û hvaltîya “Înt’îalîzêd K’êp’ît’il,-e vênçûrîyê hejmara mêvanê h’emcivatêdanin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button